Di nêzî sînorê Îranê, di navbera Hêzên Taliban û hêza parastina sînorî yên rejîm Îranê de alozî çê bûn û hêzên Talibanê dest bi ser maşîna hêzên parastina sînorî yên rejma Îranê de girt ku pêk hatibû ji çendîn leşkerên rejîmê.
Pêka rapora nûçegihaniya “Euro News”, hêzên parastina sînorî yên rejma Îranê li bajarê sînorî yê “Îslam Qel`e”yê, rêgirî ji hatina hêzên Talibanê kirine ku di encamê de alozî çê bûye û hêzên Talibanê dest bi ser maşîna hêzên parastina sînorî yên rejma Îranê de girtiye, lê ti zaniyariyek zêdetir belav nekiriye.
Piştî vê aloziyê, sînorê “Îslam Qel`e”yê bo hatinûçûnê hatiye dayxistin.
Di vê derheqê de girte vîdiyoyek jî belav bûye ku nîşan dide çend kes ji hêzên Talibanê maşînek leşkerî ya rejîma Îranê zewt kirine.
Heta belavbûna vê nûçeyê, ti zaniyariyek zêdetir di vê derheqê de nehatiye belavkirin.