Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzêzn întizamî li devera Serdeştê teqe ji Kolber û kasibkarên Kurd kirin

16:20 - 7 Şibat 2013

Kurdistanmedia: Kolber û kasibkarên Kurd li devera Serdeştê ji aliyê hêzên Întizamî ên rejîma Îranê kevtine ber êrişê û li encam de destê kasibkarek Kurd şikest.


Li gor nûçegehaniya malpera Kurdistanmedia, kolber û kasibkarên Kurd li gundê “Bêtûş”a ser bi Serdeştê di navbera gunên Dûrgan _ Mûrgega yê, ketin ber teqeya hêzên Întîzamiyên rejîma Îslamî a Îranê û li encam de destê kolberek şikest.
Ev hêzane hemû kel û pelên van kolberane ku parçe bû, zewit kirin.
Her di vê pêywendiyê de 7 hespên barhelgir yên kasibkaran hatin kuştin.
Li gor amara tomarkirî li malpera Kurdistanmedia, li meha Çileya Paşîn heya niha 9’kolberên Kurd li herêmên cûr bi cûr û li ser sînorên Kurdistanê li encama teqeyên hêzên rejîma Îranê hatine kuştin û birîndar bûn.
Li koma giştî a vê rêjê 2 kolberan canê xwe ji dest dane û 7’ê din ji birîndar bûn.