Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hikûmeta Japoniyayê şandina balafirên gerok û gemiyên şer bo Kendavê, pejirand

11:37 - 27 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Hikûmeta Japoniyayê şandina balafirên gerok û gemiyên şer bo devera kendavê pejirand.

Pêka nûçyeyên belavbûyî, roja Pêncşemî, 5`ê Befranbarê, hikûmeta Japoniyayê di cîvîna kabineya xwe de, şandina gemiyên şer û balafirên gerok yên arteşa wî welatî bona parastina gemiyan bo devera kendavê, di destpêka sala nû a zayînî de, pejirand.

Yasaya bineretî ya welatê Japoniyayê bi taybet li ser xweparastina tevlîbûn li operasiyonên leşkerî di derveyê sînoran de, micide û şandina wan hêzên arteşa xwe bo derveyî sînorên xwe, mijarekî hestiyar a wî welatî tê dîtin.

Amerîka û hindek ji welatê Ewropayê, avakirina hevalbendin cuda yên deryayî di midehekî beriya niha de, bona parastina gemiyan di deverê de, ragihandibûn.

Hikûmeta Japoniyayê heya niha, beşdarî li hêzên navnetewî yên kendavê de nekiriye lê, gotiye ku ser wê mijarê, hinek karan yê bixwe, bike.

Di dema hevdîtina Şînzo Abê, Serokwezîrê Japoniyayê digel Hesen Rûhanî de, gemiyekî neftkêş a Japoniyayê, bû armanca êrîşekê û xisar dît, û welatên Erebî, rejîma Îranê bi wê êrîşê tohmetbar kirin, lê rejîma Îranê ew gotin bi kiryarkî tolhildanê daye xuya û ew tohmet red kir.