Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hilbijartina serokê parlemana Îraqê û cihgirên wî dawî pê hat/ hereketên ser bi Îranê sernekevtin

11:19 - 10 Kanûna Paşîn 2022

Duh roja yekşemî 10`ê Kanûna Paşîn a 2022`an, helbijartina Serokê parlemana Îraqê bi rê ve çû û di wê hilijartinê de Ji 329 parlementerên Îraqê, 228 kes di dengdana ji bo hilbijartina serokê parlementoyê de beşdar bûn û Serokê Partiya Teqedum a Sunnî Mezheb “Mihemed Helbûsî” bidestanîna 200 dengan wek Serokê xûla pêncem a parlemena Îraqê hate hilbijartin.

“Hakim Zamlî” yê ser bi Hereketa Sedr bi bidestveanîna 182 dengan karî bibe Cihgirê Yekem yê Serokê Parlemana Îraqê.

Di wê hilbijartinê de tevî vê ku girûpên Şî`eyên ser bi rejîma Îranê alozî afirandin. Parlemantorek Kurd yê ser bi Partiya Demokrat a Kurdistan yê bi navê “Şaxewan Ebdullah” bi bidestanîna 180 dengan wek cihgirê duyem yê serokê parlemanê hate hilbijartin.

Serokwezîrê Îraqê “Mistefa El-kazimî” pîrozbahiya serkevtina serokê parleman û herdu cihgirên wî kir û roja hilbijartina desteya serokayetiya perlemana Îraqê bi rojek dîrokî bi nav kir.

Girûpên ser bi rejîma Îranê piştî vê ku di hilbijartinên pêşweqt yên dawiyê yên Îraqê de deng neanîn, kevtine çêkirina aloziyan.

“Çarçêveya Hevahengî” ku ji çend aliyên Şî`e pêk hatiye û ser bi rejîma Îranê ne, ne di hilbijartinên wê dawiyê yên Îraqê de karî serkevtinê bi dest bînin ne jî nûnerê wan karî bo desteya serokayetiya parlemana Îraqê serkevtinê bi dest bîne.

Li gorî hevkêşeya siyasî ya ku piştî sala 2003an li Îraqê hat çêkirin, Serokwezîrî dikeve destê Şîeyan, Serokê Parlemanê pişka Sunneyan û Serkomarî jî pişka Kurdan e.