Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hilbijartina şêwraya gundan li 181 gundên parêzgeha Urmiyê de bi rê ve naçe

18:32 - 9 Hezîran 2021

Parêzgarê Urmiyê “Mihemed Mehdî Şehriyarî” gotiye ku 2 hezar û 194 gund li wê parêzgehê de mercên hewce bona Şêwraya gundan hene lê, bi sedema redkirina şiyana berbijêran û negihîştin bi asta hewce, li wê doreya hilbijartinê de, li 2 hezar û 13 gundan de hilbijatin dê bi rê ve here.

Roja çarşemî 9ê Hezîranê, Parêzgarê Urmiyê “Mihemed Mehdî Şehriyarî” li hevpeyvîneke nûçegihaniyê de daye zanîn ku hilbijartin li 181 gundan bi rê ve naçe û sedema wê bi nebûna kesên erêkirî û herwisa nebûna hejmara hewce ya berbijêran e.

Herwisa “Mihemed Mehdî Şehriyarî” daye zanîn ku %30a sindoqên dengdanê dê bi awayê gerok bin.

Gotina wî berpirsê rejîmê wê rastiyê dide berçav ku li wan gundan de kesekî xwe bona şêwraya gund berbijêr nekiriye.

Partiyên Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê ew hilbijartin baykot kirine û daxwaz ji xelkê kirine ku dengdanê baykot bikin ; Berpirsên rejîma Îranê nigeranin ku nekarin bi hejmara hewce xelkê bona şanoya hilbijartinê li ser sindoqên dengdanê kom bikin ku li ber çavê cîhanê rûreştir dibin û tê xuya ku rejîma Îranê ti rewatiyek tinîne.