Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hilbijartinên Herêma Kurdistanê pêngaveke demokratîk

14:46 - 13 Çirriya pêşîn 2013

Fatih Salihî

Çaremîn gera hilbijartinên parlemênta Herêma Kurdistanê, li 21’ê Septambera 2013’an bi beşdariya partî û aliyên siyasî û berbijarên serbixwe di rewşeke azad û demokratîk de birêve çû. Ya ku di vê hilbijartinê de zêdetir ji her tiştî giringiya xwe nîşan da, hilbijartineke li gorî yasa û rêsayên navneteweyî, û pêwerên hilbijartineke azad û demokratîk bû.

Di vê derheqê de em îşareyê bi çar pêwerên sereke ên hilbijartineke azad û demokratîk dikin, ku di bilavoka hilbijartineke azad û demokratîk, ya sala 1994’an, û di civîna 154’mîn ya Civata Yekîtiya di navbera Parlemanan de, ji aliyê nûnerên parlemêntên 112 welatan ve hate pesendkirin.

1-Hilbijartina azad û dadperwerane

Mafê serwerî di her welatekî de tenê dikare çavkanîgirtî ji xwestek û daxwaziyên xelkê vî welatî be, ku di hilbijartina rastîn, azad û dadperwerane de – ku bi awayê dewreyî birêve diçe – û li ser bingeha mafê dengderan, wekhev û bi awayê nihênî tê eşkerekirin, bi vê pêkê hilbijartinên dewra çaremîn ya parlemênta Kurdistanê encama xwestek û daxwaziyên xelkê Kurdistan bû, û bi bê destêwerdana derekî û biyanî îşareyek bû bo pêkanîna derfetên wekhev, ku ji dadperweriya hilbijartinê çavkanî digre, û tewaya hêz û girûp û berbijarên serbixwe jî karîn ku wek yektir propagendayê bo boçûnên xwe bikin, û programên xwe bi bê tu sansorekê bêxne ber raya xelkê akinciyê herêma Kurdistanê.

2- Mafên hilbijartinê

Li gorî bilavoka azad û demokratîk hemû hemwelatiyekê mafê vê yekê heye ku bi bê tu cure ferq û cudahiyekê bi awayê nihênî û veşartî dengê xwe bide, û piştre şopandina dengê xwe bike, û heta gazindeyan li vindabûna dengê xwe û rûdana saxtekariyan bike, û ji riya komîsyênên hilbijartinê ve nerazîbûna xwe eyan bike. Di hilbijatinê de me dît ku hevwelatiyên Kurd bi bê tu cure ferq û cudahiyekê bi rêjeyekî baş beşdar di hilbijartinan de kirin û heta di rewşeke demokratîk û bi ewlehî de, hinek ji partî û aliyên siyasî jî bi bê vê ku ji encama hilbijartinê bitirsin, gazinde û nerazîbûna xwe li ser encama hilbijartinê şandine komîsyona hilbijartinê, û li gorî sikalayên xwe bersiva gazindeyên xwe wergirtin û tu kes û aliyekî siyasî ew maf nedaye xwe ku sikalayan biloke bike, û rêgir be di hemberî xwestek û îradeya xelkê de, û ev yek jî di naweroka xwe pêwereke gellekî demokratîk e bo pênaserkirina hilbijartineke azad û demokratîk.

3-Maf û berpirsatiya berbijariyê, çalakiyên hizbî û propagendeya bo hilbijartinê

Di vê derheqê de her kesî mafê xwe berbijarkirinê heye, îca çi ji riya partiyan ve be, yan jî wek kesekî serbixwe û bê alî. Lewra dikare azadane dîtingehên xwe ên siyasî bîne ziman, zanyariyan wergire û zanyariyan bide, û di hemû herêman de bi awayekî azad propagendê bo xwe bike û bi awayekî azadane ji ragehandinan mifahê bistîne û hekî di cihekî de mafê wî hate xwarin, ew mafê wî bê cubrankirin. Lewra hilbijartinên gera çaremîn ya parlemênta Kurdistanê ew rastiya selimand ku neteweya Kurd, ew şiyan heye ku li gorî tewaya pêweran hilbijartineke azad birêve bibe. Jiber ku di hilbijartina vê dewreyê de, ji bilî partî û qewareyên siyasî, berbijarên serbixwe jî karîn ku di piroseyeke zemenî de, xwe berbijar bikin, û gellek azadane bîr û boçûnên xwe eşkere bikin, û ji tewaya alavên ragehandinê bo propgendeya hilbijartinê mifahê bistînin, û bi awayê hewce zanyariyan bidne xelkê û li ser proseya hilbijartinê jî zanyariyan wergirin.

4-Maf û berpirsatiya hikûmetan


Di vê çarçoveyê de hikûmet divêt qonaxên yasadanînê û hewlên din ên hewce li gor proseya yasadanînên welat û pêbendbûna li hember yasayên navneteweyî birêve bibin, da ku maf û çarçove bona birêveçûna hilbijartineke derveyî, azad û dadperwerane bê garentîkirin. Lewra divêt hikûmet derfetên wekhev bidne tewaya partî û alî û kesayetiyên siyasî ku bi bê ferq û cudahiya regezî û ayînî beşdarî hilbijartinan bin, û divêt hikûmet rewşê bo wan kesayetiyên siyasî û aliyên din pêk bîne, û ewlehiya wan garentî bike, û di vê pêxemê de jî em dibînin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê li gor şiyanên xwe û îmkanatên xwe hemû hewlên xwe xiste kar, da ku rewşekê pêk bîne, ku li gorî tewaya pêwerên yasayî ku derfet û firsenda wekhev bo tewaya partî û qewareyên siyasî pêk bîne, û bi vexwendina çavdêrên bê alî, tendurustbûn û azadbûna hilbijartinê biselimîne, û bi pêbendbûna bi yasa û pirensîpên hilbijartineke azad û demokratîk, pêngaveke demokratîk ya din bo cihgirkirina aştî û demokrasiyê li herêma Rojhilata Navîn de hilgirt. Her çend kêmasiyeke ne ew qas berçav jî hatibe dîtin, lê bi berçavgirtina şert û mercên sereke ên hilbijartineke azad, ew ceribandina demokratîk ya herêma Kurdistanê jî hêjayî rêzgirtinê ye.