Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hilbijartinên nademokratîk ên rejîma Îranê dijkiryara cîhanê lêçêbûn

16:04 - 25 Gulan 2013

kurdistanmedia: Hilbijartinên gera 11\'mîn a serkomarî û şevrayê bajar û gundên rejîma Îranê pêçewanê hilbijatinên pêştir ji aliyê civaka cîhanê ve lume lê hatkirin.
Bizava çavdêriya mafê mirov û wezareta derve yê Amrîkayê hilbijartinên rejîma Îslamiya Îranê bi nademokratîk û nadadperverane û narûn hesibandin.
Bizava çavdêriya mafê mirov di daxuyaniyekê de raghand, bipêkirina mafê mirov gehiştiye astekê ku tu derfet bo hilbijatineke azad nehêlane.
Di daxuyaniyê de hatiye, li Îranê bi tu awayekê îzna pişikdarîkirina opozîsyonê di hilbijartinan nehatiye dan û ji çalakiya siyasî bêpar kirine.
Bizava çavdêriya mafê mirov ragehand, şûraya nigehban weke korek ku tu yek ji endamên vî bi hilbijartin nine û tu pênaseyek bo diyarkirina wan nehatiye dest nîşankirin, jin ji hibijartinê bêparkirine û dibêjin li gor yasaya bineretiya Îranê serkomar dibe mêr be û eva jî yek jî tepesekirina mafê mirov li Îranê de ye.
Her divê pêywendiyê de wezareta derve yê Amrîkayê jî sibaret bi hilbijartinên Îranê nerazîbûn nîşan da û li ser vî bawerê ye: hilbijartinên Îranê gelek nadadperwerane ye.
Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry diyar kir ku encumena parastina destûra Îranê (şûrayê nigehban) kesên ku tenê berjewendiyên rêjîm û dewleta Îranê diparêzin wek namzedên hilbijartinên serokomariyê destnîşan kiriye.
Kerry ragihand, ji ber wê jî mirov nikare bêje hilbijartinên serokomariya Îranê dê li gorî pîvanên standar bê lidarxistin û wiha got: “Jixwe gelek welatên cîhanê hilbijartinên Îranê wek hilbijartinên azad, bêalî û zelal nabînin.”
Wezîrê derve yê Amerîka her wiha da zanîn, li gorî agahiyan Îranê lezatiya înternetê jî kêm dike û nahêle xelkê wî welatî ji înternetê sûdemend bin û bi derve re pêwendî çêbikin.

Pirit ji 650 kes navê xwe bo posta serkomarî li wezareta navxwe de tomar kirbûn û berwara 21\'ê Gulanê, wezareta navxwe ya rejîma Îslamiya Îranê navê gelek kesan red kir, li nav yên redkirî de serokê encumena parastina destûrê û serokomarê berê yê Îranê Ekber Haşimî Refsencanî û şêwirmendê Ehmedînejad, Isfendiyar Rehîm Meşayî jî hebûn.