Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Hillary Clinton” û keça xwe li derheq keçên Şervan ên Rojavayê Kurdistanê dixwazin rêzefîlmeke televîzyonî berhem bînin

11:16 - 26 Kanûna Paşîn 2021

“Hillary Clinton” digel keça xwe “Chelsea”, dixwazin li ser jiyana keçên Kurd li Rojavayê Kurdistanê, rêzefîlmeke televîzyonî ya bi navê “Keça Kobanê” li ser berxwedana jinên şervan berhem bînin.

Pêka kovara “Hollywoodreporter” a Amerîkayî ku roja  25`ê Kanûna Paşîn a 2021`an belav kiriye, “Hillary Clinton” Wezîrê Berê ya Amerîkayê digel keça xwe ya bi navê “Chelsea Clinton” dixwazin li ser jiyana jinên şervan yên Kurd ku berxwedaneke bêmînak di hember dujminên mirovahiyê de li Rojavayê Kurdistanê kirin, rêzefîlmeke televîzyonî ya bi navê “The Daugters of Kobani” anku “Keçên Koban”ê, berhem bînin.

Ew rêzefîlme ya televîzyonî, pêka naveroka pirtûka “The Daugters of Kobani” ku berhema nivîskarek yê bi navê “GÎl Lêmmon” e, dê bê berhemanîn.

“Hillary Clinton” li derheq çîroka şerên jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê û herwisa naveroka wê pirtûkê de ragihand: “Keçên Kobanê, biwêriya jinên şervan li Sûriyê de didine xuya û em bi avakirina kompaniya “Haydên Layt”, dixwazin rêz ji biwêriya wan bigrin û wê biwêriyê bînin ber çavên xelkê cîhanê”.

Berxwedana “Kobanê”, rola keçên kurd di berxwedanê de wekî semboleke berxwedanê bi qasekî girîng û berçav e ku li hemû cîhanê rêz jê girtine.