Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hinek ji medyakarên hizbî li welatê Alman, malpereke taybet bi daxûyaniyên PDKÎ bi zimanê Almanî danîn

16:58 - 10 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Hinek ji medyakarên hizbî li welatê Alman, malpereke taybet bi daxûyaniyên PDKÎ bi zimanê Almanî danîn.

Hinek kesên dilsoz û medyakarên hizbî li welatê Alman, nûçeya danîna malperekê bi zimanê Almanî ragehandin, ku taybet bi nûçe û daxûyaniyên fermî ên PDKÎ ye.

Li gor gotina danerên vê malperê, dixwazin ew malper bibe çavkaniyek bo cîhana derve, ta ku haya wan li nûçeyên PDKÎ, û Kurdistanê hebe.

Ew kare dikare bibe sedema pûç û sirkirina piropagenda dijîgeliyane ya rêjîma Îranê, li hember tevgera rizgarîxwazane ya gelê Kurd.

Di salên derbasbûyî de, Komara Îslamî ji riya lobiyên xwe ve, berdewam li cehda lekedarkirina tevgera mafxwazane li Îran  û Kurdistanê de bûye, û hevdem rêjîmê cehd kiriye ku xwe weke parêzerê mafê mirov bide naskirin.

Xwandevanên hêja ên “Kurdistanmedia”yê dikarin ji bona wergirtina zaniyarî ên hewce li derheq vê malperê serdana vê lînka jêrîn bikin.