Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hişdariya Obama li dor çekên Kîmyayî li Sûriyê

21:04 - 27 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Serok Barack Obama dibêje ku bikaranîna çekên kîmyawî li dijî gelê Sûrîyê bi tevavî helwêst û rêbaza Amerîkayê diguhere hemberî kirîza du-salî ya Sûrîyê.

Obama dibêje ku li gorî nirxandinên destpêkî yên ajansên agahîyên Amrîkî, niha hinek belgeh hene ku çekên kîmyayî hatîne bikaranîn.

Di gotarekê de piştî civîna wî bi Şah Abdullah yê Urdunê re, Serok Obama got bikaranîna çekên kîmyayî metirsî û gef e jibo civaka navneteweyî û welatên cîranên Sûrîyê.

Serok Obama herwiha got ku kirîza Sûrîyê pirsgirêkeke mezin a ewlehî û mirovatî ye li herêmê.

Herî kêm 70,000 kes bi sedema du salên tundûtûjîyan li Sûrîyê hatîne kuştin.