Kurdistanmedia: Rêxistina Lêborîn a Navdewletî di ragihandinekê de li ser korbûna girtiya siyasî a Kurd bi navê “Zeyîneb Celaliyan” di encama eşkence û eziyetên di girtîgehê de hişdarî da.
Di vê ragihandina Rêxistina Lêborîn a Navdewletî de hatiye ku Zeyîneb Celaliyan bi sedema eşkencekirina hêzên Îtilata rejîma Îranê korbûna wê heye: Zeyîneb Celaliyan girtiya siyasî a Kurd ku ceza zîndana heta hetayî bi ser de hatiye sepandin û li girtîgeha Dîzil Abad a Kirmanşanê dema hukma xwe derbas dike, egera evê heye ku kor bibe û bi lezî hewceyî bi derman kirinê heye.
Di vê ragihandinê de hatiye ku berpirsên Îtilat a rejîma Îslamî a Îranê û berpirsên girtîgeha Dîzil Abad a Kirmanşanê heta niha çendîn car ji çûna girtiya siyasî a Kurd bal pizîşk pêşî lê girtine û ewa jî bûye sedema ewê ku rewşa laşê wê nacêgir be û egera korbûna wê jî li gorê deye.
Li gor raportan, Zeyîneb Celaliyan heta niha çendîn car daxwaz kiriye ku li girtîgehê biçe derê, lê berpirsên rejîma Îranê pêre gotine: Bi vê mercê ku li ser televîziyonê derkevî û îtiraf bi sûçên xwe bikeyî, emê ev dem te azad bikin û gitiya siyasî jî daxwaza wan ret kiriye.
Zeyîneb Celaliyan sala 1982 li bajarê Mako a ser bi parêzgeha Urmiyê ji dayîk bûye.