Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hişikbûna gola Urmiyê metirsiyeke micide bo ser jiyana 10 miliyon kesî di deverê de heye

12:43 - 1 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Parêzgarê Parêzgeha Azerbaycana Rojhilat,  di civîna şêvra çand û civakê ya zindîkirina gola Urmiyê de got ku: Hişikbûna gola Urmiyê jiyana nêzkî 10 milyon kesî yên di deverê dixîne mestirtiyê de.

Roja Çarşemî 9`ê Rezberê, (31`ê Çiriya Pêşîn), Mecîd Xudabexş, Parêzgarê Azerbaycana Rojhilat, di civîna şêvra çand û civakê de, derheq zindîkirina gola Urmiyê de ragehand ku, hişikbûna gola Urmiyê jiyana nêzîkî 10 miliyon hevwelatiyên deverê dixîne metirsiyê de, û bajarê Tevrêzê jî, yek ji wan bajaran e ku metirsiyên hişikbûna gola Urmiyê li ser e.

Navbirî got ku civînên şêvra çand û civakê, derheq zindîkirina gola Urmiyê de tên lidarxistin, û heya niha bo pêşîgirtin ji hişikbûna vê golê 27 rêçare hatine destnîşandkirin û her hemû bi hevre wê bên birêvebirin.

Herwisa wî Parêzgarî  pêdagîrî jî kiriye ku, gundî û cotyarên derdora gola Urmiyê dibe derheq mijara hişikbûna vê golê de hişyar bin, û hekî em rêçareyekê bo dahata jiyana van encam nedin, di pêşerojê de, bi zorê jî bibe em nikarin derheq pêşvebirina armancên şêvra çand û civakê de gavavan hilgirin.

Her di vê pêwendiyê de, Rûhillah Hezretpûr, nûnerê bajarê Urmiyê yê di mecilsa rejîmê de, derheq baş birêveneçûna piroseya zindîkirina gola Urmiyê de nerazîbûna xwe wiha anî ziman, û got, piroseya zindîkirina gola Urmiyê bi başî nehatiye birêvebirin, û di vê derheqê jî nimra ku ez dikarin bidim bi dewletê 10 heya 11 ye.

Hişikbûna gola Urmiyê dê ekosîstema deverên derdorê jî tevlîhev û têk bide û seqa û atmosfera hênik û nerm a deverê wê bi seqayek germ û hişk tevî ba û bahoza xwê biguherîne. Bi baldan bi aliyên cur bi cure wê tehlûkeyê, gefek netewî û cîhanî li rojevê de ye. Wate ne tenê jîngeha Îranê, belkî ya gelek welatên cîran weke Ermenistan, Komara Azerbaycan, Îraq, Turkiye û ... hwd jî digre, û dibe sedema koçbarbûna bi milyonan kesan û xetera tûşbûna bi Penceşêrê û nesaxiyên din zêde bike.