Kurdistanmedia: Çendîn Hizb û kesatiyên siyasî yên Îranî, bi boneya 22`ê Pûşperê 30`mîn salroja şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî, piştevaniyên xwe li xebata Hizba Demokrat nîşan dan.
Parek li Hizb, alî û kesatiyên siyasî yên Îranî, bi boneya 22`ê Pûşperê, salroja şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî bi destê diplomat terorîstên rejîma Îranê, peyama piştevanîkirinê li xebata Hizba demokrat lidijî rejîma Îranê, dubare kirin.
Komîteya Navendî ya Saziya “Îtîhadiya Feda`îyan a Xelkî Îran” bi boneya 22`ê Pûşperê, salroja şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî, di peyamekê de tevî şermezarkirina cinayetên rejîma Îslamî a Îran, belavkirine ku terorkirina Dr. Qasimlo ji aliyê rejîma Îranê ve, li tirsa berfirehbûna xebata mafxwazane a xelk li seranserê Îran û nemaze di seranserê Kurdistan de bû.
Saziya “Îtîhadiya Feda`îyan a Xelkî Îran” di dawiya payama xwe de tekez kirine ku, em xwe bi piştevan û alîkariya xebata Hizba Demokrat dizanin û nabe dosiya ew terora rejîmê bê veşartin.
Herwisa Hizba Çep a Îranê, (Feda`îyanê Xelk), di peyamekê de bi boneya 22`ê Pûşperê, belavkirine ku, Dr. Qasimlo yek ji kesayetiyên navdar ê Îranê bû, û terora wî rêberê, ne tenê xesarek bo PDKÎ bû, belkû ziyaneke giran bû, bo tevgera Demokrasîxwaz di Îranê de.
Di vê peyamê de hatiye: “Heya niha 30 sale li ser terorkirina Dr. Qasimlo derbas dibe, lê xebata xelkê Îran û Kurdistan bo dabînkirina mafên wan berdewame. Lê cihê Dr. Qasimlo di xebata Kurdistan û tev xebatkarên Îranê de waleye.
Hizba Çepa a Îranê, tevî rêzgirtin li duktor Qasimlo, li seer berdewamiya xebar bo gihîştin bi Demokrasî di Îranê de tekez dikin û piştevanî lixebata xelkê Kurdistanê dikin.
Di vê derheqê de, “Husên Lacwerdî” kesatiyekî siyasî ê Îranî, di peyamekê de bi boneya 30`emîn salroja terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî, balavkiriye ku 30 sale em bi bê Qasimlo ne û bi yada Qasimlo ne.
Li peyama wî kesayetiyî de hatiye: “Terora Dr. Qasimlo, pîlana welatên bihêz ên wê demê bûn ku, restewxwe rejîma Îranê dest tê de hebû, û Qasimlo tenê reberek di asta Îranê de bû ku, dikarî, Îran di laşê nehs a komara Îslamî de jêbir bike.