
Di rêkevta 10`ê Rêbendanê, kombûnek bîranîn bo hunermendê navûdeng êKurd “Mihemmed Mamilê” li bajarê “Şino”yê hat lidarxistin.
Ew komabûna bîranînê bi beşdariya hunemend û xelkê deverên cuda yên Kurdistanê birêve çû.
Ev yekem care ku li bajarê “Şino”yê, kombûnek vebîranînê bo hunermendê Kurd “Mihemmed Mamilê” hate lidar xistin.
“Mihemmed Mamilê” hunermend û miqambêj ê Kurd, di sala 1304`an li bajarê “Mehabad”ê jidayîkbûye û di temenê xurtniya xwe de wekî hunermendekî azadîxwaz hatibû naskirin, û xwedêjêrazî li zivistana sala 1377`an koça dawiyê kir.