Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Husên Ehmedîniyaz: Şerê derûnî ya navendên ewlehî û dadseraya Înqilabê, dijî exlaqê mirovahiyê ne

14:13 - 10 Hezîran 2020

“Husên Ehmedîniyaz, Mafnas û Parêzerê pêle yek ê dadgusterî li civînekê digel Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, li derheq dawî rewşa “Hidayet Ebdullahpûr” ê hepsiyê siyayî yê Kurd li girtîgeha Urmiyê, şerê pîzkolojîkî ya navendên ewlhî yên rejîma Îranê şermezar kir.

Ehmedîniyaz, ragihand: “Zêdetir ji mekhekê ye ku Hidayet Ebdullahpûr girtiyê siyayî yê Kurd bo cihekî nexuya hetiye veguhastin. Sê roj beriya niha dadserayê Şinoyê bi bavê Hidayet Ebdullahpûr re ragihandibû ku serdana Birêveberiya Tawanan a Dadgeha Înqilab a bajarê Urmiyê bike. Du roj beriya niha bavê Hidayet piştî serdana wê navendê, li destpêkê bi wî re radigehînin ku me ti zaniyariyek li derheq wî de tine. Lê îro Çarşemî, 21`ê Cozerdana 1399`an, serdana Birêveberiya Tawanan a Dadgeha Înqilab a bajarê Urmiyê dike û ew bi bê şermane radigehînin ku hikmê Hidayet Ebdullahpûr 20 roj beriya niha li birêveberiya tawanên dadseraya înqilab a bajarê Şinoyê de hatiye cîbicîkirin.

Herwisa navbirî dibêje: “Givaşên pîskolojîkî yên navnedên ewlehî û dadseraya Înqilab li ser malbata Hidayetpûr neyasayî ye û dijî hemû pêwerên mirovî û exlaqî ye.”

Ehmedîniyaz ragihandiye: “Hevkarên rêzdar ên min; Parêzer Maziyar Tatayî û Parêzer Osman Muzeyen bi berdewamî li pey wê mijarê ketine, lê hata dadsera nûçeyeke rast jî nedaye parêzeran, ew reftaranane digel ti yek ji yasa û pêwerên maf cih nagre.”

Roja Şemî 20`ê Banemer, Hidayet Ebdullahpûr, hepsiyê siyayî ê bi îdamê hatî cezadan, li girtîgeha Urmiyê bo cihekî nexuya hatibbû veguhastin, û dadgusterê Urmiyê û navendên ewlehî li dana her core bersiveke rohn li derheq wî hepsiylê siaysî xwe diparêzin.

“Hîdayet Ebdullahpûr”, hepsiyê siyasî yê ku bi îdamê hatî cezadan, xelkê bajarê Şinoyê ye û rêketa 13`ê Gelawêj a sala 1395`an, hate binçavkirin.