Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

IAEA Dibêje Îran Dikare bi Rêyeke Din Çekên Navokî Çêke

16:10 - 24 Gulan 2013

Kurdistanmedia:Ajansa Enerjîya Atomî ya Navnetewî (IAEA) dibêje, Îran gavekê girîng ber bi avakirina reaktoreke avêtiye ku pisporên Rojavayî dibêjin ew dikare rêyeke din jibo afirandina bombeya navokî peyda bike.

li gor nûçeya malpera “VOA Kurdî” bilav kir,Di raportekê de ku ji alîyê medyaya Rojavayî hate destxistin, Ajansa Enerjîya Atomî ya Navnetewî îdîa dike ku Îranê qazana reaktorê biriye kargeha nêzîkî bajarê Arak, lê hîn jî ew bicîh nekiriye.
Welatên Rojava ditirsin ku kargeha navokî ya Arak dikare ji Îranê re uranyum peyda bike ku ew jî jibo sazkirina çekên navokî pêdivî ye.
Îran her dem îdîa dike ku programa wê ya navokî jibo mebestên aştîyane ye.

Balyozê Îranê yê li Ajansa Enerjîya Atomî ya Navnetewî Alî Asker Sultanî do Çarşemê gotibû ku hikûmeta wî hevkarî dike, li gor Peymana Bênavokîbûnê.