Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îbrahîm Reîsî: “Bi qasî 50 salan projeyên bi nivekare di Îranê de hene”

11:11 - 11 Kanûna pêşîn 2021

Serkomarê rejîma Îranê, “Îbrahîm Reîsî” gotiye: “Eger rewş her wiha be, bi qasî 50 salan projeyên bi nîvekar di Îranê de hene”.

Roja Înê 10ê Kanûna Pêşîn, Serkomarê rejîma Îranê “Îbrahîm Reîsî” di civîna Şêwraya Îdarî ya Luristanê de tevî îşarekirin bi projeyên bi nîvekarmayî yên wê parêzgehê û pirsgirêka bêkarî di wê parêzgehê de got: “Eger rewş her wiha be, bi qasî 50 salan projeyên bi nîveker di Îranê de hene”.

Wî berpirsê rejîmê ti basek ji qasa perê xercbûyî di wan projeyan de nekiriye ku pereyek gelek zêde ye û bi neşiyan û nebûna bernameyên zanistî û bi sedema xemsariya bizanebûn a berpirsên rejîma Îranê ew bûdceya xelkê bi heder çûye

Bi tenê di parêzgeha Luristanê de zêdetir ji 2 hezar projeyên binîvekarmayî hene û beşek ji wan projeyan ji aliyê xelkê ve wekî henek bi şûnwarên dîrokî binav dikin.

“Îbrahîm Reîsî” çendîn caran di wê civînê de îtiraf kiriye ku şiyana cîbicîkirina wan hemû pirsgirêkan tinîne û gotiye: “Beşek ji karûbaran bi tenê û bi dezgehan(Dezgehên Hikûmetî) çareser nabe”.