Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îbrahîm Reîsî di 76emîn civîna giştî ya Saziya Netewên Yekgirtî de amade nabe

12:55 - 18 Îlon 2021

Nûnerê hertimî yê rejîma Îranê li Saziya Netewên Yekgirtî “Mecîd Textêrewançî” gotiye: “Serkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bi sedema belavbûna vîrûsa Koronayê beşdarê civînê nabe û axaftinên vî dê bi awayên Online bin”.

Herwisa“Mecîd Textêrewançî” gotiye: “Bi cihê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve yê Îranê “Emîr Ebdullahiyan” beşdarê civîn û kombûnan dibe û li tenîşt civîna giştiya Saziya Netewên Yekgirtî beşdarê kombûnên li derheq Vize, xwarin, cudatîdanîna regezî û jinavbirina çekên komkuj bibe.

Serkomarê Rejîma Îranê “Îbrahîm Reîsî” bi hêceta belavbûna vîrûsa koronayê naçe Amerîkayê lê çûye Tacîkistanê û niha di wî welatî de ye.

Îbrahîm Reîsî ku yek ji ekterên bingehîn ên “Heyeta Merg” ya dadgehên rejîma Îranê di sala 1367an de ye û li îdam, îşkence û binçavkirina zêdetir ji 30 hezar girtiyên siyasî de rola bingehîn hebûye ji tirsê rengehiya binçavkirin û dadgehîkirinê neçûye Amerîkayê.

“Îbrahîm Reîsî” di listê reş ên dorpêçên Amerîka û Ewropayê de ye lê tevî hebûna parêzervaniya Serkomariyê ji tirsê rengehiya binçavkirin û dadgehîkirinê çûna xwe bo Amerîkayê hilveşandiye.