Kabîneya “Îbrahîm Reîsî” reşnivîsek bo meclîsa rejîmê şandiye ku, eger bê pesendkirin, bilî hêzên leşkerî û întizamî, hêzên ewlehî jî, mafê bikaranîna çekê li hember xwenîşanderan de hene.
Pêka reşnivîsa kabîneya Reîsî, hêzên ewlehî di dema serkut û rawestan li hember xwenîşanderan, li şeqam, girtîgehan û dema parastina navendên “leşkerî, ewlehî û îdarî” de dikarin çekê bikar bînin û teqe ji xelkê bikin, hêzên “ewlehî, leşkerî û întizamî” mafê teqekirin rasterast ji welatiyên ku di şeqaman de li hemberî wan radiwestin û nerazîbûna xwe tînin ziman hene û pêka yasayê tawan nayê hesabkirin.
Herwisa pêka vê yasayê her welatiyek bê kuştin, ti yek ji hêzên wan li ser kuştina welatiyên nerazî nayê dadgehîkirin û wekî mafê berevanîkirin ji xwe bo hêzên serkutker tê hesbandin.
Pêka nûçeyên belavbûyî, di heftiya bê de, reşnivîsa kabîneya “Reîsî” li meclisa rejîmê de dê bê baskirin lê, pêka gotina nûçegihaniya “Cewan” a girêdayî rejîmê, serokê meclîsa rejîmê “Mihemedbaqir Qalîbaf” gotiye ku bi lezgînî û bê liberçavgirtina rêzbendiyê dê vê bîne ber bas.
Rejîma Îranê dixwaze bi hemû awayekî rê bo kuştina welatiyan berfirehtir bike û bo mana xwe her kiryarek qirêj encam bide.