Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îdama bi kom ya girtiyên siyasî

12:52 - 26 Îlon 2013

Nasir Salihî esil

25 sal bi ser karesta bi kom ya girtiyên siyasî li girtîgehên rejîma Îranê de li havîna sala 1988’an de, ku heyva Xermananê kopka vê bûyer û karesatê bû, derbsa bû. Her li vê salê û li heyamê çend mehan de bi hezaran girtiyên siyasî û şoreşger ku tawana wan tenê tekoşîna li pêxema azadî û demokrasî û mafên neteweyî de bû, li bêdadgehên rejîma Komara Îslamî de bi kom hatin îdamkirin.

Rejîma Komara Îslamiya Îranê piştî qebûlkirina biryarnameya 598’ê ya Konseya Ewlekariya NY li 26’ê Pûşpera 1367’an (1988) de, şikesta xwe ya li hemberî Îraqê de qebûl kir û ji aliyek din ve, ji tirsê serhildana xelkê Îranê, ên nerazî , û bi hukmê Xomênî, bi hezaran girtiyên siyasî li bê dadgehên rejîmê de bi diyarîkirina lêjneyekê ji aliyê Xomênî ve, pêkhat ji: Axûnd Neyirî dadwerê dadgehê, Mistefa Pûrmihemdî nûnerê Wezareta Îtilaatê û wezîrê niha yê dozgeriyê, axûnd Îşraqî dozger, û Îbrahîm Reîsî cihgirê dozger, bi ragirtina hevdîtinên li gel girtiyên siyasî li raserî Îranê de, bi kom îdam kirin.

kuştara bi kom ya girtiyên siyasî bi hukmê rasterast ê Xomênî destpêka êrîşkirina rejîmê bo pêşîgirtin ji nerizayetiyên xelkê ji siyasetên rejîmê, piştî heşt sal şer û kavilkirina Îran bû. Bi vî awayî li demsala havîna 1367 (1988) rejîmê bi kuştara bi kom ya girtiyên siyasî bi xeyala xwe xwest ku partî û rêkxirawên siyasî û xelkê bêzarbûyî, û nerazî ên Îranê çavtirsandî bike, da ku rejîma Komara Îslamî her wa dirêjiyê bide deshilata xwe.

Piştî kuştara cergbir ya bi kom ya girtiyên saiyasî di havîna sala 1988’an de niha jî girtin şopandin û îşkence û îdama xebatkarên azadîxwaz ên gelên Îranê, çi di nav girtîgehan de û çi jî bi awayê teror li navxwe û li derveyî welat dom heye. Jiber ku rejîma Îranê li ser vê baweriyê ye ku tenê bi serkût û zulm û zoriyê dikare dirêjiyê bide temenê pirr ji şerm ê xwe.

Ji aliyekî din ve niha jî girtîgehên rejîma Komara Îslamiya Îranê ji xwendekaran, rojnamenûsan, nîştimanperweran, ciwan û jinên qada xebata bo azadî û demokrasiyê, rêvîngên riya xebata mafê neteweyî pirr e. Her niha jî bê dadgehên rejîmê li jora dadgehên daxistî de dirêjiyê didine tundtirîn cezayan bi taybetî cezayê hukmê îdamê li dijî şoreşgerên neteweyên Îranê. Her niha zêdetir ji 80 kesî ji xortên xebatkar ên neweyên Îranê bi mirinê re berbirû ne.

Bona rizgarbûna ji vê rewşê rêçareya gelên Îranê rûxandina rejîma Îranê û damezrandina sîstemeke federal û demokratîk e, da ku li pêşerojê de gelên Îranê, şahidê ducarîbûna sîstemeke ne demokratîk nebin.
Di vê boneyê de em silavan ji riha pak ya şehîdên riya azadiyê bi giştî û qurbaniyên kuştina bi kom ya girtiyên siyasî ên sala 1367 (1988) re dişînin û em peymanê nû dikin ku heya bidestveanîna hêviyên wan dest ji xebata dijî Komara Îslamiya Îranê hilnegrin.