Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îdareya Îtilat û Gumrukê, 14 tirombêlên barhilgir yên hêla tiranzlêtê li Makoyê zewt kirin

20:23 - 27 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Îdareya Îtilata rejîma Îslamî ya Îranê li Makoyê û îdareya Gumruka vî bajarî heyamê du sale 14 tirombêlên hemwelatiyan dest biser de girtin e.

Li gor rapora Kurdistanmedia, navendên Ewlehî û Gumruk, 2 sale tirombêlên barhilgir (Kamyon) yên Çîn û Rûsiyê ku li sînorên Ewropa ve tên rêkirinm bê ewê ku tu pasawek û binemayeke yasayî hebe li sînorê Bazergan dest biser de girtin e û heya niha jî dî hola îdareya Îtilatê de hatine ragirtin.

Bi gotina xwediyên tirombêlan û ajovanan, ragirtina wan kamyonane ji aliyê hesareta Gumruk û Îtilata rejîma Îslamî ya Îranê ve hatiye encam dan, armanc rejîm ji wê kiriyara, tenê pawankirina rêkirina tirombêlên xizm û kes û karên xwe hate gorê.

Li gor vê raportê, ew kesane ku kamyonên wan ragirtine, serbarî radest nekirina kamyonan bi xwedanên wan, tometa dest bêkirina karê qaçaxî bo wan çê kirine.

Doseya tirombêlên zewtkirî di wan çend rojên dawî de di dozgeriya giştî a Şoreşê ya bajarê Makoyê dest pêkiriye û hukma “Dûrdeneçûn û ranegirtina dîsan ya wan 14 kamyonane” ji aliyê liqa 2 a dadseraya Makoyê ve hat ragiandin ku ewa jî narizayetiya Gumruka Bezergan û Îdareya Îtilatê jê ket.

Xwedanên kamyonê ragihandine: Tenê debara jiyana me ji rêya wan tirombêlane ve tê dabîn kirin, ji ber ewê ku du sale ragirtine , em tûşî hinek pirgirik û arîşeyên aborî bûne.