Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îdareya Îtilata rejîm 3 hemwelatiyên Kurd li Selmas û Sewlawa bangkirin e

19:50 - 20 Adar 2014

Kurdistanemdia: Hevwelatiyeke Kurd li devera Sewlawa ji aliyê hêzên Îtilatê ve hat gazîkirin û hevdem 2 hemwelatiyên din xelkê Selmasê bi nivîsîna fermî bo îdareya Îtilatê hatin bangkirin.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, hevwelatiyeke Kurd xelkê gundê “Derekê” a ser bi bexşa navenda bajarê Sewlawa, bi navê “Mela Hamid Rizayî” roja Çarşeme 19’ê Adar a 2014’an, di nameyekê de ji aliyê îdareya Îtilatê ve hat bangkirin.

Sedema bandkirina hemwelatiyê han ku hevdem şivrayê gundê Derekê ye, ji aliyê îdareya Îtilata rejîma Îslamî ya Îranê ve nehatiye eşkere kirin.

Çavkaniyeke hayîdar ji meselê bi nûçegihaniya “Kurdistanmedia”ê ragihand: Mela Hamid Rizayî paş derbirîna narizayetiya li hember hesukewên nebaş ên rejîma Îranê tevî hemwelatiyên û baskirina pirsgirkên gund û zilm û sitemên rejîma Îslamî ya Îranê li civîna karbidestên îdareya bajarê Sewlawa, bo îdareya Îtilatê hatiye bangkirin.

Di vê pêwendiyê de û li dirêja şepola gazîkirin û herwiha givaşa bo ser hemwelatiyan, 2 hevwelatiyên din xelkê bajarê Selmasê bi navên “Seyîd Wîlayetî Husênî” xelkê gundê “Aşnak” û “Kavûs Ebdullazade” xelkê gundê “Birûşxoran”ê ji aliyê îdareya Îtilata rejîma Îslamî ya Îranê ve hat bangkirin û çend demijmêrek lêpirsîn ji wan hatiye kirin.