Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îdareya Îtilatê êrîş kire ser du girtiyên Kurd ên gireva birçîbûnê

22:02 - 14 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Qasim Rehîmî azer û Celal Nasirî heyamê 8 roj e li girtîgeha bajarê Mihabadê man li axwarinê girtine û a niha li gel êrîşa nawendên ewlehiyên rejîma Îranê berbirû bûne.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, tendurustiya wan du zîndanyane nebaşe û li gor dawîn zanyariyan tirsa can li dest dana Qasim Rehîmî azer û Celal Nasirî heye.
Hêzên îdareya Îtilatê êrîş kiriye ser wan du girtiyane û bi wan gotine dibe hûn dawî bi gireva xwe bînin.
Her du welatiyên han di destpêka gireva birçîbûna xwe de ragihandin, heya ev dema ku bersiva daxwazên me nedin, em dest li girevê berdin.
Daxwaza wan du zîndanyên Kurd pişkdarî li zanîngehê, herweha veguhestina wan bo girtîgeha Bokanê.
Roja sêşemî 6’ê Tebaxa 2013’an, Celal Nasirî û Qasim Rehîmî azar li benda 2’a girtîgeha Mihabadê de dest bi gireve birçîbûnê dan.
Ew du girtiyene piştî 4 rojan ku man girtibûn ji aliyê karbidestên zîndana Mihabadê li benda 2’yê de bo qeretînê vequhastin.