Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îdareya Kotik ya parêzgeha Kurdistanê: Hilbijartina navê Kurdî bo zarokan zêdekiriye

15:06 - 6 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Serbarî astengiya berpirsên rejîma Îranê li îdareya Kotikê ji ber hilbijartina navê Kurdî, rêjeya danîna navê Kurdî bo zarokan zaftir bûye.

Nûçegihandiya Îrna li devê rêveberê giştî yê îdareya Kotik ya parêzgeha Kurdistanê ve bilavkir, navên Kurdî pitir ji hemû cirî navek di Kurdistanê de bo zarokan berbijêr dikin.

6937.jpg

Navekî zaf weke Mardîn, Arjîn, Hewraz, Evraz, Zana, Hejar, Hêmin , Jiyan bo kuran û neke zaf ên din weke Ala, Evîna, Evînar, Rojîn, Ziryan, Şiniya, Şîlan, Kîjan, Lawîn, Niyan û Narîn bo kiçan, ew navane ku di parêzgeha Kurdistan de bo zêdetir ji hemû navekî din bo zarokan hildibêjêrin.
Berpirsê han yê rejîm di dirêjiyê de hinek ji navên Kurdî weke “Aware” bi nebaş hesiband, di demekê de “Aware” yek ji navên resenên zimana Kurdî ye û alîgireke zaf di nav xelkê de heye.
Zafbûna rêjeya hilbijartina navên Kurdî ji aliyê xelkê Kurdistanê ve, di demekê de ye ku rêveberên rejîma Îranê belavokekê ku têde hinek navên Erebî bilav kiriy ku di piraniya haletan de naçar dike di vî delavokê de nav bo zarokên xwe berbijêr bikin.

Di demekê de ku îdareya Kotik bas ji serbestiya tewawê malbatan li hilbijartina navê zarokan dike ku piraniya hevwelatiyan li dema serdana vê îdarê, naçare bi hilbijartina navê Erebî dike û gefa ewê jî lê dikin ku eger navê Kurdî bo zarokên xwe berbijêr bikin nasnamê bi wan nadin.
Ew lîste li ser malpera fermî ya îdareya Kotik a Sine heye û ewa nîşan dide ku ew navane ku di pêş de danîne û tû navekî Kurdî têde bi çav nakeve.
Pêşgîrî ji hilbijartina navê dilxwaz ji aliyê malbatan ve bûye sedema ewê ku piraniya xelkê Kurdistanê du nav hebe. Zarokên teze ji dayîkbûyî di nav nasnamê de navek heye û di nav civakê û xelkê Kurdistanê de jî navek din.
Di vê pêwendiyê de piştre jî îdareya Kotik a parêzgeha Kirmanşanê pêşgirî ji hilbijartina navê Kurdî bo hemwelatiyan kiribû û xelk naçar kirbûn ku di nav lîstê de ku îdareya han dabîn kiribû nav bo zarokên xwe berbijêr bikin.