Îdiaya Cihgirê Dîplomasiya Aborî ya Wezaret Derve ya Îranê “Mêhdî Seferî” li derheq azadkirina 3 miliyard Dolar perê bilokbûyî yê rejîma Îranê ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîkayê ve hate red kirin.
Cihgirê Dîplomasiya Aborî ya Wezareta Derve yê Îranê “Mêhdî Seferî” di hevpeyvînekê de digel nûçegihanê “Deng û Reng” ê rejîma Îranê li derheq azadkirina 3.5 miliyard Dolar perê bilûkbûyî yê Îranê, îdia kir : “3.5 miliyard Dolar perê bilokekiriyê Îranê hatiye azadkirin, û digel welatên din ku rêjeyek zêde ji perê Îranê li cem wan e, danûstandin hatine kirin û gehiştîne encamekê baş û biriyar e, rêjeyek zêde ji perê Îranê bê azadkirin lê nikarim eşkere bikim ku ew pere çend e û ji aliyê çi welatek dê bê azadkirin.”
Di vê derheqê de, Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê “Ned Price" ew îdiaya karbidestê rejîmê red kiriye û ew gotin bi çewtekarî daye zanîn.
Bi sedema kiriyar û siyasetên rejîma Îranê, rêjeyek zêde ji perê Îranê di welatên derve de hatine bilokkirin ku ew bandorek rasterast li ser aboriya Îranê daniye.