Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îlam/Jordeçûna rêjeya telaqê û tûşbûna bi madeyên hişber

22:02 - 5 Gulan 2015

Kurdistan Media:Bilindbûna rêjeya telaqê li Îranê de hevdem e li gel kirîza abûrî ya wî welatî û rojane jiyana hevpar a dehan malbatan diherifîne.

Li gor rapora Kurdistan Media, amarên fermî yên Îdareya tomara bare kesêtî a rejîma Îranê li parêzgeha Îlamê de eyankerê wê ye ku serhejmariya telaq û bengdarên bi madeyên hişber rû ji zêdebûnê kiriye.

Rêj ya tûşbûn bi madeyên hişber û nebûna derfetên karî li parêzgeha Îlamê li halekê de ye ku ew parêzgeha I ware çavkaniyên binerd de, yek ji parêzgehên herî dewlemend e.

Karnas û berpirsiyarên civakî li vê bawerê de ne ku bilindbûna rêjeya betalî û tûşbûn bi madeyên hişber li çend salên borî di parêzgeha Îlamê de, yek ji sedemên jordeçûna kirîzên civakî di nav ciwanan de ye.

Di sala borî de 4 hezar û 260 kes di li parêzgeha Îlamê bi sedema şer û pevcûnan ve birîndar û serdana pizşkê yasayî kirine.
Jordeçûna rêjeya tûşbûn bi madeyên hişber, dizî û … û ji wan diyardeyên kirêt in ku I heyamê çend salên derbasbûyî de bûne sedema jordeçûna diyardeya telaqê li parêzgehên Rojhilata Kurdistanê de.

Her di vê pêwendiyêde li gor amarên fermî ên rejîma Îranê, di sala borî de 1500 haletên telaqê li parêzgeha Sine de r dane.
Herwisa amar li parêzgeha Kirmaşanê de eyankerê vê yekê ne ku li hember her çar haletên zewacê de, haletek telaqê hatiye tomar kirin.
Sala borî 6 hezar û 413 haletên telaqê di parêzgeha Urimiyê de hatine tomar kirin ku bi nisbet sala 1392an a rojî 1/14 jorde çûye.

Berê jî nûçegihaniya ISNA ji zarê wezîrê Dad ê rejîma Îranê ve, nûçeya hebûna 14 milyon dosyayên telaqê li dadgehên Îranê de eşkere kiribû.

Serbarê hebûna 102 hezar ciwanên nezewicî li Îlamê de ku piraniya wan tûşî xesarên civakî hatine, nawendên têkildar ên rejîma Îranê kêmtirîn rol di kuntirol û birêveberiyê derheq wan diyarde û kirîzan de hebûne.

Karnas û pisporên civaknasiyê , tûşbûna bi madeyên hişber, desttêwerdana derekî,tund û tûjî, gumanbarbûna hevjînan , nebûna dahatê, nexweşî û kêşeyên piskolojîkî, zewacên neçarî, bêkarî, pirsên kultorî û pirsgirêkên cinsî û zayendî ji sedemên sereke ên jordeçûna amarên telaqê ne.