Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îmarat: Pirsa navekî tenê kirîza rejîma Îranê nine

16:16 - 14 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Şêx Ebdulla wezîrê derve yê Îmaratê li ser vê bawerê ye rejîma Tehranê li gel kirîza maytêkirin ji karubarê welatên din berbirûye.
Wezîrê derve yê Îmarata yekgirtina Erebî di konferansa rojnamevanî de da zanîn: Dîtina me tevî Gîdo Vêstrovêle wezîrê karubarê derve yê Almanê û her wusa Can Kêrî wezîrê karubarê derve yê Amrîkayê ji endamên girûpa5+1 bo civîna di gel Îranê li Cinevê, nîşanderê giringî û buhagiraniya kêşeya Îranê ji me re ye, û her cure guherînkariyek di herêmê de ku pêwendî bi Îranê ve hebe, pêwendî bi me ve jî heye.
Navbira jî got: Cuda ji kirîza navekiya rejîma Îranê hinek pirsên din jî di pêwendiyê li gel Îranê de bûnî heye ku dibe girîngî pê bidin.
Şêx Ebdullah Bin Zayîd her weha ragihand: Desttêwerdana rejîma Tehranê li karubarê welatên herêmê weke Sûriye, Îraq, Yemen û welatên Kendawê, pirseke zaf e ku dibe li danûstandinê li gel rejîma Îranê bihê bujrandin.
Çareserkirina kirîza navekiya Îranê û rewandineweya nîgeraniyên weletên zilhêzên Cîhanê û civaka navdewletiya û maytêkirin li karubarê hundirî welatên din bi taybet welatên kendawê û herêma Rojhelata Navîn tenê kirîzên ber deriyê rejîma Îslamî ya Îranê ninin û di asta navxwe jî komek pirsên din weke mafê mirov berbirûyê rejîma Îranê bûne.