Cihgirê Siyasî yê Wezareta Derve ya rejîma Îranê “Elî Baqirî”, dibêje ku di Birokselê de gihane bi rêkkevtinê ku danûstandinên Navkî ji dawiya meha “November”ê bêne destpêkirin.
“Elî Baqirî” roja Çarşemî 5`ê Xezelwerê, li ser rûpela xwe ya “Twitter”ê nivîsî: “Min civînên baş digel “Enrique Mora” derheq danûstandinan hebû. Em rêkkevtin pêşiya dawiya meha “November”ê danûstandinan dest pê bikin. Emê dê rêkevta serast li heftiya bê diyarî bikin”.
Ji aliyek dinê “Husên Emîrebdullahiyan” Wezîrê Derve yê rejîma Îranê roja Çarşemî di civînek rojnamevanî de got: “Bo vê ku em cardin vegerine ser Bercamê divê Amerîka dorpêçên aborî li ser Îranê rabike”.
Navbirî dibêje eger Serkomarê Amerîkayê “Joe Biden” îradeyek micid heye, divê wan nîşan bide da ku em bikarin bawer bikin ku ew dixwazin tehrîman li ser me rakin.
“Emîrebdullahiyan” dibêje, bo vê ku Amerîka niyetpakiyê nîşan bide, divê 10 milyar Dolar ji darayiya bilokkirî ya Îranê azad bike.
Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê “Ned Price” piştî vê yekê bertek nîşan daye û gotiye: “Em amadeyê vegerîn bo Vîyenê ne û divê danûstandin li cihê ku hatibû sekînandin ji wir bê destpêkirin”.
Heta niha şeş dor ji danûstandinên Bercamê bi amadebûna “Îran, Rûsiye, Birîtaniya, Feransa, Alman, Çîn û beşdariya narastevxwe ya Amerîkayê” di Viyena paytexta Otrîşê de bi rê ve çûye. Lê piştî vê ku rejîma Îranê Îbrahîm Reîsî wek Serkomarê wê rejîmê diyarî kir, ew danûstandinane bi biriyara rejîma Îranê hatine sekînandin.