Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran di sala 2014 ji bo çêkirina bomba atomê amade bibe

16:40 - 1 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Di rapora Înstîtuya Amerîkî ya zanist û ewlekariya navnetewî tê desnîşankirin ku Îran heya yekem nîvek sala 2014 bibe xwedî êdekên ûranîumê yên ku têra avakirina çekên nukleerî bikin.
Li gor danayên zanîngeyê, Tehran heger plana danîna sentrafujên nû ji bo zengînkirina ûranîûmê li dezgehên nulkeerî yên “Natanazê” û “Fordoyê” pêk bîne wê bikaribe vî tiştî dest bixe.
Lê ji bo ku rê li pêşiya buyerên bêne girtin, Înstîtuya Amerîkî ya zanist û ewlekariya navnetewî ji Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê pêşniyardike ku ew herî kêm heftê du caran dem û dezgehên Îranê yên sentrefuj teftîş bikin.
Zanîngeh dastnîşandike ku tê payîn Îran vê gavê dezgehên nu ji bo zengînkirina ûranîûmê avadike. Encamên han li ser esasê ragihandina fermanberên Îranê derketine holê.
Di destpêka meha Tîrmehê de hukmeta Îranê agahiyên bilavkirî yên li ser avakirina dezgehê nuklerî ya veşartî derewandibû.