Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran îzna destpêregihîştina Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî bi zaniyariyên kamêrayên çavedêriyê nade

12:57 - 17 Nîsan 2022

Berdevkê Saziya Navkiya rejîma Îranê “Bêhrûz Kemalwendî” gotiye ku heta danûstandinên li ser Bercamê negihîjine bi encamê, em zaniyariyên kamêrayên çavedêriyê bi Ajansa Navnetwî ya Vizeya navkî re nadin.

Navbirî roja Şemî 16ê Nîsanê, di hevpeyvîn digel nûçegihaniya “El-Alam”ê de gotiye: “Heta vê demê ku danûstandinên Bercamê negihîjine bi encamekê, em zaniyariyên kamêrayên çavedêriya Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî, bi wê Ajansê re nadin”.

Herwisa wî berpirsê rejîmê gotiye: “Ew zaniyarî dê cem me bimînin û renge em wan zaniyarian reş bikin”.

Çendîn meh in ku rejîma Îranê îzna destpregihîştina lêkolerên Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî bi datayên kamêrayên çavedêrî li binkeyên navkiyên Îranê re nade.

Piştî êrîşa balafirên bê balafirvan ên Îsraîlê bo ser Kompaniya Teknolojiya Santrîfiyûjên Îranê “TESA” li bajarê Kerecê, rejîma Îranê gotibû ku xisar bi kamêrayên çavedêriyê kevtine û heta çend mehan îzna danîna kamêrayên nû di vê navendê de bi Ajansa Navnetewiya Vizeya Navkî re nedida.