Roja Sêşemî 17ê Nîsanê, malnişînkiryên kompaniya Muxabirat li bajarê Tehranê kombûnek a nerizayetiyê lidar xistin.
Malnişînkiriyên nerazî li derheq rewşa xirab a jiyanê û lipeynekevtin berpirsan bo daxwazên wan nerizayetiya xwe nîşan dane lê ji aliyê hêza întizamî ya rejîmê ve rêgirî ji wan hatiye kirin û wan hêzan xwenîşander kutane û çendîn kes jî birînar kirine.
Xwenîşanderan daxwaza birêveçûna tevahiya yasayên wê kompaniyê bi şêwazek serast kirine herwisa daxwaza vergirtina mûçeyên xwe yên 13 salan ku bi wan re nehatiye danê jî, dikin.
Ji aliyek din ve, malnişînkiriyên pîşeya neftê li paraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kombûnên nerizayetî lidar xistine.
Xwenîşanderên nerazî li bajarên “Kirmaşan, Tehran, Ehwaz, Tewrêz û Kerec”ê li ber deriyê îdareya malnişînkiriyan li wan bajaran kombûnên nerizayetiyê bi rê ve birine.
Wan xwenîşanderan li derheq rewşa xirab a jiyanê û kêmiya mûçeyan, nerizayetî li dar xistine û daxwaza birêveçûna hemû reşnivîsên vekhevkirina mûçeyan kirine.