
Kurdistanmedia: Wezîrê karobarê derwe ê rêjîma Îranê di çewtekariyên xwede bas ji destdirêjiya ser Kurdistana Rojava dike û dibêje: Me bavirî bi wan destdirêjiyane nîne.
“ Mihemed Cewad Zerîf” wezîrê derwe yê rêjîma Îslamiya Îranê, derheqê êrişa Arteşa Tirkiyê bo ser Kurdistana Rojava, tevî tekezî kirina ser hindê ku Tirkiye bo baştir bûna rewşa ewlehiya xwe dibe êrişê wiha bike, êrişa Arteşa Tirkiyê bo ser Kurdistana Rojava weke destdirêjiyê nav dibe û dibêje:” Me bawirê bi wan tiştane nîne”.
Gotinên “ Zerîf” derheq destdirêjî û êrişa Tirkiyê bo ser Kurdistana Rojava di demekê deye ku rêjîma Îslamiya Îranê bi xwe, yê ji sereketirînê rêjîmên binpêkerê xak û serweriya welatên dinêye.
Topbaranên bi dom ên dewerên sersînorî ên Kurdistanê û Kurdistana Başûr û mûşek barana binkeyên Hizba Demokrat di 17`ê Xermanan a sala 1397`an de û her wisa hinartina çek û teqemenî û teyar kirina girûpên tundajo û şerxwaz di rojhilata nawîn de, komek ji mînakên berçav û xûya ji destdirêjiyên rêjîma Îslamiya Îranê bo ser Neteweya Kurd û welatên dinê têne hisabê.