Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran û Turkiye kargirûpekî hevpar bi dijî berengarbûn digel hêz û aliyên Kurd pêkanîn

11:58 - 23 Çirriya pêşîn 2021

Wezîrê navxwe yê Turkiyê piştî serdana xwe bo tehranê û hevdîtina digel wezîrê navxwe yê rejîma Îranê, eşkere kirin ku bi dijî xebata Kurdan kargirûpekî hevpar çêkirine.

Roja 20ê Çirriya pêşîn a 2021an, Silêman Soylu wezîrê navxwe yê Turkiyê digel hey`etekî leşkerî û ewlehî, serdana Tehranê kir û digel Ehmed wehîdî wezîrê navxwe yê rejîma Îranê û parekî zafe deshilatdarên emnî û kleşkeriye rejîmê hevdîtin kir.

Silêman Soylu piştî wê hevdîtinê ragihan ku herduk welatan kargirûpekî hevpar bi armanca egera berengar bûna di gel hêz û aliyên Kurd, yên dijberî herduk welatan pêk aniye.

Di wê hevdîtinê de çendîn mijarên wekî berengar bûna digel hêzên Kurdî, parastina ewlehiya sinûrên di navbera herduk welan de, pêşî girtin ji derbas bûna penaberên Efxanî ji sinûrên dinavbera wan 2 welatan.

Silêman Soylu her wisa ragihan ku rejîma Îranê amadeyî ya xwe daye xuya kirin ji bona heçî alîkariyekê li wan warane de.

Rejîmên Îran û Turk bi dirêjiya dîrokê zêde barî hebûna çendîn kêşe û netebayî yên di navbera herduk welatan de, lê berdewam li ser pirsa dijayetiya şoreşa gelê Kurd karê hevpar kirine û li ser dujminayetiya digel Kurdan alîkariya hevdu kirine, lê heya niha jî nekarîne bigîjne armanca xwe û şoreşa Kurd bêdeng bikin.