Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îranê şerê Şîe û Sniyan çêdike

13:04 - 16 Adar 2013

Arif Vêlzî

Qonaxa yekem a zêdebûna aloziyên di navbera Şî’e û Suniya, di çend dehikên derbazbûyî li Rojhelata Navîn de, vedigere ser şoreşa gelên Îranê û hatineserkara deshilata Şî’e di vî welatî de. Çûnkû nêrîna îdeolojîk a Xumeynî û hevhizrên wê derheq Şî’e û serdestiya meseba Şî’e di Îranê de, di despêkê de bûye bingeha siyaseta navxwe û Suniyên Îranê xist ber xezeb û zexta xwe û bi hemû awayekî ji deshelata siyasî a welat hatin bêparkirin, piştre bû sedema vê yekê ku siyaseta derve ya xwe li ser bingeha teoriya Xumeynî, wate teoriya “şandina Şoreşê” ku heman siyaseta destxistine nav karûbarên welatên din e, bê darêtin.

Faza dûhemîn a zêdebûna girjî û aloziyên navbera Şî’e û Suniyan, vedigere bo dema êrîşa Amerîkayê bo ser Îraqê ku di encam de Şî’eyan bi piştevanî û nifûza Komara Îslam di Îraqê de, karî ku deshelata siyasî di Îraqê de bigirin destê xwe û Suniyan bi tewahî bixin perawêzê de. Eva bû bi despêka rikeberiya tayifî û mshebî di welatê Îraqê de. Rikeberiya ku piştî derbazbûna deh salan bi ser hilweşandina deshelata Sedam Husên û hatineserkara Şî’eyan di Îraqê de, hêj her dom dike û xelkê Îraqê goriyan jê re didin.

Fazeke din a destêweradan û tevdanîkarî a Komara Îslamî vedigere bo terora serokwezîrê Sune meseb ê Lubnanê, wate Refîq Herîrî di sala 2005’an de. Bi terora Refîq Herîrî rewşa siyasî a Lubnanê jî têk çû. Şî’eyên Lubnanê bi pêştevaniya tevalî a Komara Îslamî û bi rêberiya Hizbulla ku ji aliyê Komara Îslamî ve hatibû avakirin, karîn bi lihevhatinekê digel hindek aliyên din ên Lubnanê deshelata siyasî di vî welatî de bigirin destê xwe û bi vî awayî, hem nakokiyên di navbera Şî’e û Suniyan di Lubnanê de ber bi zêdebûnê çû û hem jî pêgeh û nifûza Komara Îslamî di herêmê de bihêztir bû.

Ji aliyek din ve dema ku bahoza guhertinê di herêmê de yek li du yek koşka zorda û dîktatoran diherifand û bi giştî herêm ber bi demokrasiyê ve diçû, Komara Îslamî bi siyaseta dualî a xwe, ji aliyekê piştevaniya Şî’e di welatên Behryn, Yemen, Erebistan û welatên din ên Kendavê de dikir û ji aliyek din ve, piştewaniya Elewiyên deshelatdar di Sûriyê de dike ku kêmaniya hêşîmeta vî welatî pêk tînin.

Rast e ew siyaseta dualî a Komara Îslamî di gel welatan de bi ser neket, lê piştevaniya tevalî ji Beşar Esed bû sedema şerê navxwe. Heta di çend rojên derbazbûyî de Mistefa Taczade endamê nawendi ê du partiyên “Sazimana Cibheya Muşariket” û “ Sazimana Mucahidîn a Komara Îslamî” , di nameyek vekirî de bo Xamineyî reberê Komara Îslamî nivîsandibû ku; “ Egera vê yekê heye ku destêwerdanên Komara Îslamî di karûbarên navxwe ên Sûriyê bibe sedema serhildana şer di navbera Şî’e û Suniyan vî welatî de”. Herweha piştevaniya ji Beşar Esed weke xetaya herî mezin a rêberê Komara Îslamî di du salên derbazbûyî de da zanîn û di doma gotinên xwe de dibêje; “weha xûya dike ku pêvajoya han (piştevanî ji Beşar Esed) vî şerî ber bi welatên Lubnan û Îraqê jî veghêze.

Bi giştî eva ku cihê nîgeraniyê ye rewşa aloz a Rojhelata Navîn bi giştî û Sûriyê bi taybetî ye, çûnkî destêwerdanên Komara Îslamî bi merema têkdana rewşa ewlehiya herêmê û hevdem parastina “Hilala Şî’î” û hêz û bandora xwe di navçê de, ber bi şerek dijwar di navbera hêzên Şî’e û Suniyan ve diçe. Bê goman di rewşek weha de gorî û xisarên zaf ên tevalî jê dikeve û Komara Îslamî a Îranê jî berpirsyarê serek ê wan tevdanîkariya ne.