Dadgeheke Amerîkayê kesek Îranî ku nasnameya Kanadayî heye, bi sedema sipîkirina pere û şandina alavên taqîgehên navkî bi awayê neyasayî bo Îranê bi tawanbar zanî, lê dema dadgehîkirina wî kesî hêj xuya nîne.
Dadgeha Amrîkayê li bajarê “Kolombiya” li îyaleyta “Karolînaya başûr” kesekî Îranî-Kanadayî yê bi navê “Riza Serhengpûr Kefranî” temen 46 salî û rûniştiyê bajarê “Montrêal”ê li welatê Kanadayê, bi sedema şandina alavên taqîgehên navkî bi rêya Îmaratê bo Îranê û herwisa sipîkirina pere bi tawanbar zanî.
Dosyeya wî kesî Îranî-Kanadayî, “tawana fitine, 2 haletên binpêkirina dorpêçên Amerîka li ser Îranê, haleteke nedana zaniyariyên hewce bo şandina alavan û 6 haletên sipîkirina pere” li xwe digre.
Tevî ku rêkevta dadgehîkirina wî kesî Îranî-Kanadayî nehatiye diyarîkirinê, lê di hegera rohbûna tawanên wî, ew bi 20 sal girtîgeh û cezaya madî dê bê cezakirin.
Dosya navbirî pêwendî bi karên wî û hevkarê wî di kompaniya “Profayl Global Lîmîtid” heye ku ofîsa sereke ya wê kompaniyê di Kanadayê de ye.