Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îraq û Herêma Kurdistanê ji tirsa tûşbûna vîrûsa Kironayê, derwazên sinoriyên xwe digel Îranê dadixin

11:30 - 21 Şibat 2020

Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê daxwaz li Wezareta Navxwe kir, ku rêgiriyê li hatina hevwelatiyên Îranê bike bo nav Herêma Kurdistanê, Wezîrê Tendirustî yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî, di Nameyekê de, daxwaz ji Wezareta Navxwe kir ku rêgirî li hevwelatiyên Îranê bê kirin ku nekevin Herêma Kurdistanê.

Wezareta tenduristî ya Îraqê daxwaz ji hikumetê dike derîyên sinorî digel Îranê dabixe, lewma Îraqê hemû deriyên sînorî yên digel Îranê girtin û ji ber Kironayê geştên asmanî bo Îranê rawestandin.

Di daxuyaniyekê de, Wezareta Tenduristî ya Îraqê, daxwaz ji hikûmeta Bexdayê kirî ye, li ber egera gihîştina vîrûsa Kironayê ji Îranê ve bo Îraqê, tewaya rêyên geştkirin û serdankirinê di navbera Îraq û Îranê de dabixe, tenê şandên dîplomasî nebe, ew jî bi wê mercê ku pişkinîna pizîşkî bo wan bêtekirin û ji encama pişkinînê xatircem bin.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristî ya Îraqê de hatîye, sedem belavbûna vîrûsa Kironayê li Îranê ye, ku bi sedema wê hejmarek haletên mirinê û tûşbûnê bi wî derdî hatîne tomarkirin.

Mirina 4 kesan li Qaumê û kesek jî li Erakê bi vîrûsa Koronayê hatiye piştrastkirin.