Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îraq/ Heyamê heyvekê de 2834 kes bûne qurbanî

16:44 - 2 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Di meha Tebaxa 2013’an de 2 hezar û 834 kes seba teqînewe û karên terorîstiyên li Îraqê de hatin kuştin û birîndarkirin.

Nûnerê rêxistina NY li Îraqê di daxuyaniyekê de ragihand, di meha Tebaxa 2013’an, 804 kes li Îraqê hatine kuştin û 2030 kes jî bi xirabî hatin birîndarkirin.

Ewa di demekê de ye ku di meha Tîrmeha 2013’an de hejmara qurnabiyan 3 hezar kes ragihandin.

Di navbera kuştî û birîndarên meha Tebaxê de 1272 kes hevwelatiyên sivîl û bê sûç ber çav dikewe.

Piştî Bexdadê parêzgehên Selahedîn, Neyînewa, Diyale, Enbar, Kerkûk, Babil, Wasît û besre zortirîn rêja kiryara terorîstî têde hatine encam dan.