Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsal di parêzgeha Sineyê de bi sedema bûyera hatinûçûnê 140 kes bûne qurbanî

11:14 - 2 Îlon 2021

Birêveberê Giştî yê Pîzîşka Yasayî ya parêzgeha Sineyê gotiye, “ji destpêka sala 1400`an ve heta meha Pûşperê 142 kes di parêzgeha Sineyê de bi sedema bûyera hatinûçûnê canê xwe ji dest dane.

“Bêhtaş Xanî Abadî” Birêveberê Giştî yê Pîzîşka Yasayî ya parêzgeha Sineyê di hevpeyvînekê de daye zanîn, “pêka amarên Navenda Pîzîşka Yasayî a parêzgeha Sineyê, ji destpêka îsal heta meha Pûşperê 142 kes bi sedema bûyera hatinûçûnê canê xwe ji dest dane ku ji wê hejmarê 109 kes mêr bûne û 33 kes jî jin bûne”.

Navbirî amara îsal digel sala derbasbûyî beravird kiriye û diyarî kiriye ku “canjidestdayên sala derbasbûyî 118 kes bûne û îsal 24 kes pê zêde bûne”.

Navbirî gotiye, îsal 2 hezar û 192 kes jî bi sedema bûyera hatinûçûnê birîndar bûne ku ji wê hejmarê 1 hezar û 670 kes mêr û 522 kes jî jin bûne.

Rêyên hatinûçûn ên parêzgeha Sineyê û bi taybet rêya bajarê Merîwan-Sine, Kamiyaran-Sine gelek metirsîdar in û heta niha rejîmê nekariyê wan rêyan bi şêweyê standar çê bike.