Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsal û di yazdehemîn gerra hilbijartinên serkomariya Îranê de..

14:52 - 9 Hezîran 2013

Sûreya Felah

Îsal û di yazdehemîn gerra hilbijartinên serkomariya Îranê de, jinan pitir ji gerên borî xwe bo vê postê berbijar kirin. Yek ji wan 30 jinên beşdar di hilbijartinê de bi navê Sureya Melekzad ragehand ku, hekî ez bibim serkomar, ezê kabîneya xwe wê di navbera jin û mêran de bi awayek 50, 50 dabeş bikim. Ayetullah Yezdî jî di bersiva wê de dibêje ku, “Di serdemên kevnar de rêya wî nedidan ku derbasî gund be, wî pirsyar dikir ku mala Koxa li kû ye? Ewa jî bi vê wateyê tê ku di Komara Îslamî û bi giştî welatên Îslamî de nabe bas ji hilbijartina jinan bihê kirin, jin nikare di posta serkomariyê de be û eva jî, ji yasaya bingehî a Komara Îslamî çavkanî digire.
Madeya 115’ê ya yasaya bingehî a Komara Îslamî derheq hilbijartina jinan, ji peyva “Rêcalê Siyasî” mifah wergirtiye. Wateya han jî bandor xistiye ser mêrên siyasî û têgehiştî di hikumetê de, lewma piraniya kesên ku mezhebî û olî ne, weke Mihemed Yezdî di Komara Îslamî de piştewaniya vê bendê dikin.

heta çend sal berî niha dema ku xanima Taliqanî xwe bo posta serkomariyê di Îranê de berbijêr kir, bi eşkere ragehandin ku jin nikare di pirojeya han de beşdar be û eva bi dijî yasaya bingehî a Komara Îslamî ye. Ev gotinên han arîşeyên zaf di nav civaka Îranê û bitaybet di nav jinan de pêk anî û cihê dilxweşiyê bû.
Xanimek bi navê Tûran Welîmorad her di vê peywendiyê de nameyek nivîsî û tê de Ayetulla Yezdî û endamên din ên Şivra Nobedar kêşa bin pirsyarê û ragehand ku, serbarê wê ku pirsyara mala koxa dikin, belkî mal mala me ye û “Rêcalê Siyasî” bi tenê mêran nagire, belkî bas ji bijardeyan dike û bo kesên siyasî ye. Pirsyar jî ev e ku gelo bi rastî “Rical” tenê bi mêran tê gotin yan kesatiyan?
Di heyamê pitir ji 30 salên derbazbûyî de gellek jinên çalak û mafxwaz ên Îranî xebitîne bona vê ku di civakê de mafên xwe wekhev bikin û em hemû jî dizanin ku di yasaya bingehî a Îranê de 11 heya 12 made hene ku bi eşkere vê yekê di selimînin ku wekhevî di navbera jin û mêran de tuneye, çi li jiyana takekesî de û çi ji aliyên din weke telaq, avakirina jiyana hevbeş, kevirbarankirina jinan, kuştin bi tawana şeref û namûs û … hwd. Jin bona rakirina ew diyardeyên qirêj û yasayên dije mirovî pir xebitînê. Em dikarin bêjin ku di hindek biyavan de bi qasek kêm karîne ku guherînkariyan derbixin holê û arîşeyên sereke her wek xwe û di cihê xwe de ne.
Diyare eva bi tenê jin nînin ku diKevin ber tîxa sansora Komara Îslamî, belkî kêmaniyên olî jî digire. Di paragrafa 12 a yasaya bingehî a Komara Îslamî de hatiye ku mesebê fermî di Îranê de Şî’eya 12 îmamî ye, lewma Sunî nikarin bona posta serkomariyê di Îranê de xwe berbijêr bikin.

Şikûfe Qubadî

Heya niha şoraya nobedar, îzin nedaye tu jinekê ku li hilbijartinên serkomariyê de beşdariyê bike, û ew yek jî vedigere ser şêweya bîrkirina olî û çanda serdestbûna mêr ya zal bi ser vê nizamêde ku ji bîreke kevn û konservatîv ya olî ve çavkanî digre.
Armanc jî destepeyva “Recolê mezhebî” ew e ku tenê mêr dikarin li hilbijartinên serkomariyê de xwe berbijar bikin, û hem jî ew kes divêt Şîe û dozdeh îmamî bin. Ya rast ew e ku peyva “recol”, bi wateya kesayetî nine û rast bi wateya “mêr” e. Hekî ne li Îranê de gellek jinên siyasî û jêhatî hene ku dikarin li hilbijartineke azad de xwe bo posta serkomariyê berbijar bikin, û heke deng bînin dikarin bi başî welatê xwe birêve bibin.
Ew sivikatîpêkirin rast vedigere bo vê bîr û hizra ayînî û Îslamî, ku jinê wek nîva mêr dihesibîne. Di sîstemekêde ku şahidîdana du jinan bi qasî mêrekê ye, û du jin bi qasî mêrekê mîrat ber wan dikeve, û jin di warê bîrkirinê de netewaw û nivîşkan tê hesibandin, û mêr li gorî yasa û li gorî şer’i mafê mafê anîna çend jinan bi hevre heye, bê guman li sîstemeke weha de mirov nikare çavnihêrê vê yekê be ku bîrkirina wanli ser jinê biguhere

Şehîn Behmenî


Yasaya bingehî a her welatekê pira navbera deshelat û xelkê ye. Yasaya bingehî a Komara Îslamî jî ku 34 saliya temenê xwe derbas dike, her di despêkê de ji aliyê mêran û di rewşa şoreşê de û li ser bingeha îdolojiya Îslamî û mesebê Şî’eya 12 Îmamî hatiye avakirin û têde jin bi regeza pile du û bindestê mirov ku regeza pile yek e, maf jê re hatiye diyarî kirin.
Benda 115’ê ya yasaya bingehî ya Komara Îslamî ku taybet e bi taybetmendiyên serkomariyê dibêje, serkomar dibe “Recol”, Mesebî û siyasî be. Peyva “Recol” ku peyvek Erebî ye bi wateya mêr tê, lewra ket ber dijatiya jin û rewşenbîran, lewma karbidestên Komara Îslamî gotin ku armanc ji “Recol” regez e, ne kesatî. Îsal ku gera yazdehemîn a hilbijartinên serkomariyê di Îranê de wê reve here, di despêkê de çend jina xwe berbijê kir, lê her weke gerên derbazbûyî ji aliyê Şêvra Nobedar ve kêrhatîbûna wan nehat qebûlkirin û her di vê peywendiyê de Ayetulla Yezdî ragehand ku jin nikare bibe serkomar.
Jinan li warê xwendin û pêşkevtinê de xwe mandî kirine û heta li pêşiya mêran de ne. lê mixabin di civaka Îranê de û bitaybet di çend salên derbasbûyî de, deshelata siyasî û biryardanê di destê mêran de bûye. Sebeba vê yekê jî vedigere bo yasaya bingehî a Komara Îslamî ku mafên jin û mafên yeksanbûna jin û mêran binpê dike.
Bi giştî di yasaya bingehî a Îranê de deshelata siyasî li ser bingeha regez tê diyarîkirin û mafê vê yekê bi jinê nehatiye dan ku here nawendên deshilata siyasî bitaybetî posta serkomariyê ku piştî Welîyê Feqîh, kesê duhemîn ê deshilatdar be. heta jinên “mûctehid” jî mafên wekhev digel mêran tunînin û piştî mêran hisab ji wan re tê kirin.

Gulale Kemanger

Eva ku pênaseya rohn ya “Recolê Siyasî” çî ye, gellek bas li ser hatiye kiirn, hinek kes li dema şiroveya vê destewajeyê de dibêjin ku “Recol”, bi wateya “mêr” nine û li vir de armanc kesên xwedî şiyan û kesayetiyên navdar di warên siyasî de ne. Ew kesane li gorî bakgirawenda ayînî û dînî a xwe, ji kanala şirove yê ve dinêrne her tiştî, û jêve ne ku jiber ku nivîsên olî, têne şirovekirin, bi heman şêweyî yasaya bingehîn jî tê şirove kirin, li halekê de hem yasadaner, û hem jî berpirsê guherîn û pêdeçûn û rohnkirina yasayê heye, û di vî biyavî de ew jî heman Şoraya Nobedar e. Vê şorayî heya nihajî bi tu awayî ranegehandiye ku “recolê siyasî û mesebî”, jinan jî bi xwe ve digre.

Li dema pesendkirina yasaya bingehîn de jî ji aliyê hinek kesan e ew yek hatiye baskirin ku erkê serokkomariyê wek erkê dadwerî û rêberiya civakê nine ku jin nekarin bigirne stûyê xwe, lê nûnerên parlementoyê bi dengê giştî li ser vê baweriyê ne ku serokkomarî heman “hakimiyet”, û serokatî ye ku li gorî yasayên îslamê jin nikarin têde beşdar bin. Eva tiştek e ku hem pala xwe daye deqên ayînî, û hem jî yekdengiya kesayetiyên siyasî ên Îranê li ser hebûye. Lewra eva ku basê vê tê kirin ku “recolê siyasî” jinê jî bi xwe ve digre, baseke lawaz e, û mêr bûn yek ji şert û mercên sereke ên serkomariyê di Îranê de ye.

Bi raya min ew şêwe sivikatî kirina ku hem li yasaya bingehîn de heye û hemî jî gellek caran ji zarê berpirsyarên rejîmê ve tê bihîstin her hemû jî vedigere bo cîhanbînî û çandekê ku têde jin jîndareke natewaw e, heya vê demê jî ku cîhanbîniya olî û îslamîbandora xwe li ser siyaset û û deshilatê danê, û yasa li ser bingeha îdeolojî û ayînê bêne dariştin boçûnên weha ji hêla gellek kesan ve tê çavnihêrkirin...
...