Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îspanya/ 4 kes bi sûça rêkirina alavên qedexekirî bo Îranê hatin binçav kirin

16:10 - 8 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: 3 hemwelatiyên Îspanyayî û Îraniyek ku xwastine alavên qedexekirî bi awayeke nayasayî bo welatê Îranê rêkin, ji aliyê polîsên Îspanyayê ve hatin girtin.

Li gor rapora BBC, polîsên Îspanyayê ew çar kese ku li bajarê Barsilona, Taragona û Palma De Malorika, girtine û bi endamyetî li girupa cinayetkar û şiştina dirav û qaçaxiya alaveke zaf ku li du varê “Leşkerî û pîşeyî” da bi kar tînin, sûçdar kirin e.

Wezareta derve ya Îspanyayê ragihand: Ew 4 tometbare di rêya toreke bazerganî ya dijwar de ku hejmarek pirojên endazyarî bi xwe ve digre, agahiyeke gelek ên teknîtî guherîn kirine ku ji dirust kirina mşek û senterfiyûca gazê bikar anîne.

Di vê pêwendiyê de piştre jî hêzên Ewlekar yên Birîtanyayê bazerganeke Çînî bi tometa binpêkirina ambargoyên abûrî ku ji aliyê Amrîkayê ve bi dijî rejîma Îslamî ya Îranê hatiye pejirandin, hat girtin.

Li gor “Radyoya Ferda” û pişt girêdan bi nûçegihaniya Bilombêrg, hemwelatiyeke Çînî û du kopanyayên Îranê ji aliyê Amrîkayê û bi rêkirina alavên teybet bi pîtandina oraniyomê bo rejîma Îranê, hat sûçdar kirin.