Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl bona şerekî rastî di gel rejîma Îranên amadeyîya xwe ragihand

13:27 - 13 Nîsan 2021

Serokê sitada hevpare Artêşa Îsraîl got: Em bona şerekî rasterast digel rejîma Îranê amadene.

Roja 12ê Nîsana 2021an Awiyo Koxawî serokê sitada hevpar a Artêşa Îsraîl ragihand ku em bona şerekî tewaw digel rejîma Îranê amade ne, ew gotina jî hevdem bû digel êrîşa Îsraîl bo ser binkê Navokî a Netenzê.

Ragihandina bona amadeyîta şerê gel Îranê ji aliyê serokê Artêşa Îsraîl ve, di demekê de ye, ku deshilatdarên Îsraîlî êrîşa bo ser Netenzê kêşane ustiyê xwe û berteka rejîma Îranê bi dû xwede anî.

Rojnama Niyoyork Taîmzê roja 11ê Nîsanê ji ziman deshilatdarên Îsraîlî ve, dest têde bûna Mûsadê di teqandina Vizegeha Netenzê de piştrast kiribû.

Di êrîşa bo ser binkê Netenzê, sîstema Berqa li ser Santrîfiyojan bi temamî qut bûye, û derbeke mezin ji şiyana meyandina Oraniyomê ji aliyê rejîma Îranê da.

Gorî beravurdan aliyê kêm 9 meh dê dem bixwaze heta ku careke dinê bikeve kar.

Îsraîl îdia dike ku ji rêka êrîşa saybêrî ve kariye sîstema berqa Netenzê têk bide, lê rejîma Îranê dibêje ku teqîn û xirabkarî di Netenzê de hatiye kirin.