Serok Wezîrê Îsraîlê “Naftali Bennett” li roja Sêşemî 12ê Gelawêjê ragihand ku Îsraîl hewl dide welatên din seba wê êrîşa Îranê bo ser neftkêşa Îsraîlê bersivdaneke navnetewî li dijî Îranê kom dike lê eger hewce be Îsraîl bi tenê dikarê bersiva Îranê bide.
Serok Wezîrê Îsraîlê rû li karbidestên rejîma Îranê got: “Ew serdem bi dawî hatiye ku hûn asûde li Tehranê rûnên û li wir Rojhilata Navîn aloz bikin”.
Roja Pêncşemî 7ê Gelawêjê, gemiyeke bazirganî ya Îsraîlê di nava avên deryaya Ereb rastî êrîşa balafirên bê pîlot yên Îranê hat û di encam de du kes ji karmendên vê gemiyê hatine kuştin.
Piştî vê êrîşê “Amerîka, Birîtaniya û Îsraîl”ê rejîma Îranê bi tawanbar naskirin û huşdarî dane ku dive dersiveke micid bi Îranê bê dan.
Herwisa Roja Sêşemî 12ê Gelawêjê sê welatên “Berîtaniya, Romanî û Lîbîriya”yê di nameyekê de bo Şêwreya Ewlehiya Netewên Yekgirtî nivîsandine ku rengehiyeke zêde heye ku rejîma Îranê bi balafirên bê pîlot êrîş kiriye ser neftkêşa “Mêrsêd Êstrît” ku di bin birêveberiya Îsraîlê de bûye.
Di nameya wan sê welatan de hatiye ku, ew êrîş li ser ewlehiya gemîraniya navnetewî bûye alozî û gef û binpêkarina eşkere ya yasayên navnetevî ye.