Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl li derheq gefên terorîstiye rejîma Îranê de, dîplomatên xwe haydar dike

10:58 - 8 Çirriya pêşîn 2021

Îsraîl hemî dîplomat û welatiyên xwe li seranserî cîhanê haydar kirin ku li hember gefên terorîstiye rejîma Îranê haya wan xwe hebe ku bikarin hem xwe biparêzin û hem pîlanêt terorîstiye rejîma Îranê li her derî eşkere û betal bikin.

Gorî rapora kanala 12 ye Televîzyona Îsraîl, wî welatî hemî dîplomatên xwe li seranserî cîhanê agehdar kirine ku li hember gefên nûe terorîstî ji aliyê rejîma Îranê ve, haj xwe hebin û ji wan xwastiye di rewşa amade başiyê de bin.

Ew haydariya Îsraîl bi dû wê yekê de têt ku hate ragihandin ku cehda terora bazirgannekî Îsraîlî li Qibrêsê de hate pûçkirin û kesekî Azerbaycanî jî ku tête gotin terorîstê hinartiye rejîma Îranê ye û li Qibrêsê hatiye binçavkirin.

Herwisa Televizyona 12 a Îsraîl di rapora xwe de ragihandiye ku egera hindê heye ku 3 kes ji terorîstan ku cehd kiribûn wî bazirganê Îsraîlî li Qibrêsê teror bikin, piştî sernekevtina nexşê wan, karîbin ji wî welatî anku Qibrêsê birewin.

Wê dawiyê ku rejîma Îranê jêveye ku Îsraîl her çwar devra sinûrê Îranê girtiye, û berdewa hêzên Îranê li Sûriye û Lubnan û Îraqê de dikevne ber êrîşa Îsraîl û Îran bi eşkere nevêre bersiva Îsraîl bide, lewma Îsraîl jêveye ku egera hindê heye Îran kiryarên terorîst bi dijî dîplomat û welatiyên Îsraîl birêve bibe.