Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl: Li egera şikesta danûstandinan, êrîş dikeyîne ser Îranê

19:57 - 31 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Cêgirê wezîrê berewanî yê Îsraîlê da zanîn: Li egera şikesta danûstandinên navekiyên Îranê, êrîşa leşkerî dikeyîne ser Îranê.


Nûçegihaniya Feranse li devê “Danî Danon” wezîrê berewanî yê Îsraîlê ve bilav kir, şikesanîna gotûbêjên navekiyên Rojava tevî rejîma Îslamî a Îranê, Îsraîl dê êrîşê bike ser Îranê.
Danî Danon li ser vê bawerê ye ku divê Îsraîl heya meha Gulana 2014’an, dawî bi gefên Rejîma Îranê bîne.
Cêgirê wezîrê berewanî yê Îsraîlê herwusa got: Îsraîl nabe di pêwendî li gel Îranê de tûşî şaşî bibe û her şaşiyek ji aliyê Îsraîlê ve bi manaya ji navçûna Îsraîlê ye.
Di vê pêwendiyê de pişter jî “Ze’v Elkîn” cêgirê wezîrê karubarê derve yê Îsraîlê gotibû: Îsraîl li ser vê bawerê ye ku astengiyên navekî ya Îranê ji rêya dîplomasiyê ve çareser bihê kirin, lê ji egera şikesanîna gotubêjan û bersivnedana hewlên civaka navdewletî ji bo çareseriya vê arîşeyê, Îsraîl yek deqe ji êrîşa leşkerî bo ser Îranê bêdeng nabe.
Ji aliyek din ve heyamek berî niha rojnameya “Hiyûn”a Îsraîlê ku yek ji rojnamên nêzîkê dewleta Îsraîlê ye, di pêwendî li gel êrîşa leşkerî bo ser Îranê rapirsiyek encam da ku li gorî vê rapirsiyê %65,5’a hevwelatiyên Îsraîlî hevdengin êrîşa lekerî ya Îsraîlê bo ser avakiriyên nawekiyên Îranê.
Hevdengiya pitir ji %65 hemwelatiyên Îsraîlê di demekê de ye ku ewan xwazyarê ewê bûn ku bi bê rizamendiya civaka cîhanî ev êrîşa leşkerî di dijî Îranê bihê encam dan.