Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl: Nabe dorpêçên li dijî Îranê kêm bibe

19:08 - 16 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Dewleta Îsraîlê di dexuyaniyekê de ragihandin, ambargoyên li dijî rejîma Îranê kargeriya xwe hebûye ev tehrîmane nabe kêm bibin.

Hevdem li destpêka duyemîn gera danustanidnên girupa 5+1 li Jinivê, dewleta Îsraîlê daxuyaniyek bilav kir û têde hatiye: Tehrîmên li dijî rejîma Îranê bandora xwe hebûye û nabe ev dorpêçene kêm bibin.
Di vê daxuyaniyê de hatiye, sazana zilhêzên Cîhanê li gel rejîma Îranê nabe çarçuweyî û lawekî be û her wusa Binyamîn Natanyahû da zanîn: Paşekişî ji ambargoyên dijî rejîma Îranê şaşitiyekî dîrokî ye.
Li dawiya gotûbêjên rejîma Îslamî ya Îranê li gel welatên 5+1, berpirsên rejîma Îranê hejmarek rêkariyan ji bo çareserîkirina pirsgirkên navekî ya Îranê di heyamê yek sala dahatî de pîşniyar kiriye, lê şirovevanan piştî dawî hatina roja yekema danustandinan gotin: Bi vê diçe ev pîşniyarane bihêne retkirin.
Deyvîd Albirêt berpirsê avedana zanistî û tenahiya navdewletî di vê pêwendiyê de dabû zanîn: Eger rejîma Îranê li hewla evê de ye ku salek din vê pirsê çarese bike, dibe hêviya dorpêçn zaftir bin û êrîşa leşkariya Îsraîlê jî bibin.
Li gor peymannama qedexekirina çekên nevekî, rejîma Îslamiya Îranê dibe îzna lêgerîna avedana nevekiyan bi lêgerînan bide, lê heya niha rejîma Îranê îzn bi lêgerînên civata Netewên Yekbûyî (NY) ji avedaniya nepeniyên xwe nedawe.