Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl û Lubnan dixwazin danûstandinan li ser çareserkirina pirsgirêkên sînoran bikin

13:02 - 2 Çirriya pêşîn 2020

Berpirsên payebilind yên Îsraîl û Lubnanê, danûstandin li ser pirsgirêkên sînorên avî erê kirine ku di heftiya bê de wan danûstandinan dest pê bikin.

Roja Pêşncşemî, 30 Îlonê, Serokê Meclîsa Lubnanê, “Nebihê Bêrî” û Wezîrê Vize yê Îsraîlê, “Yuval Steinitz” (Yûval Ştaynitz) danûstandina di hefiya bê di navbera wan 2 welatan de erê kirine û Wezîrê Derve yê Amerîkayê, “Mike Pompeo” bi rêya “Twitt”êkê pêşwazî ji wê biryarê kiriye.

Pêka Serokê Meclîsa Lubnanê, lihevhatin li ser çarçoveya danûstandinê hatiye kirinê, herçiqas ku ew çarçove destpêkî û seretasyî ye, lê ya dawî nîne.

Biryar e ku payedarên leşkerî yên Lubnanê bi serokatiya “Mîşêl Ewin” nûneratiya Lubnanê di danûstandinan di binkeya “UNIFIL” a Hêzên Aşitî yên UN di devera “Ra`is Niqore” di başûrê Lubnanê de bikin.

“Nebihê Bêrî” ragihandiye ku danûstadin li ser pirsgirêka sînorên avî û pirsgirêkên aborî ye û “Yûval Ştaynitz” ragihandiye, ku danûstadin li ser pirsgirêkên bajarvendî û siyasî jî dê bêne kirin.

Dewleta Lubnanê tekezî kiriye ku mifahvergirtin ji aliyê neft û gazê di sînorên avî de, dê geşeyê bi aboriya wî welatî bide û herwisa Îsraîlê daye zanîn ku lihevkirin digel Lubnanê bona rêgirîkirin ji êrîşên li ser cihên lêkolînên gazê bo Îsraîlê girîngiyeke startejîk heye.

Aloziya siyasî di hundirê Lubnanê de, rêgirî ji geşeya aborî û siyasî ya Lubnanê dike û rola Îranê di wan alozîxistinan de berçav û zêde ye.