Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îtilata Bokanê pîşiya beşdarîkirina girtiyên siyasî ji taqûkirina konkûrê digire

15:00 - 29 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Nawenda ewlahiya bajarê Bokanê îzin neda girtiyekî siyasî yê Kurd li girtîgeha bajarê Mihabadê, beşdarî ji teqîkirinên konkûrê bike.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, Qasim Rehîmî Azer zîndaniyê siysî yê destbiser kirî bi hinceta pişikdarîkirin li taqîkirinên konkûrê li rişteya “Zanistên Pizişkî” (Oluma Tecrubî) de xwe amade kiribû, lê ji aliyê nawenda ewlehiyên rejîma Îranê ve îzin nehat dan.
Heyamek berî niha îdareya Îtilata bajarê Bokanê dijayetî tevî veguhestina Qasim Rehîmî Azer û Celal Nasirî du girtiyên siysî yên Kurd li zîndana Mihabadê bo girtîgeha Bokanê kiribûn.
Qasim Rehîmî Azer û Celal Nasirî meha Şibat a 2011’an de ji aliyê hêzên ewlehiyên bajarê Bokanê bi sûça alîkarîkirin tevî partiyên siyasî ên dijî rejîma Îranê hatin girtin.
Girtiyên han piştî derbas bûna 75 rojan ragirtin li girtîgeha îdareya Îtilatê de bi wesîqa 70 milyîonî hatin berdan û berwara 11’ê Çiriya Pêşîn a 2011’an, bi 13 salan zîndan mehkûm kiribûn û paşan her yek ji wan bi tometa ewlehiyê cezaya 4 salan hepsê bi serde hat sepandin.

Ji aliyek din ve heyamek berî niha nawenda ewlehiyên rejîma Îslamiya Îranê nehêlabû ku Cemal Qadirnijad û Celal Nasirî du zîndaniyên siyasî yên Kurd li taqîkirinên zanîngeha Peyam Nûr û pêş zanîngehî de beşdar bin.