Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îtilatê daxwaz ji xelkê gundeke ser bi bajarê Bokanê kiriye ku çekên xwe radestî me bikin

15:32 - 7 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Akinciyên gundê Gamîşgolîa ser bi bajarê Bokanê ji aliyê îdareya Îtilata rejîma Îranê ve hetin bangkirin û daxwaz wan kirin ku çekên xwe radestî îdara han bikin.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, di çend rojên derbasbûyî de hejmarek ji akinciyên gundê Gamîşgolîa ser bi devera Aleşîna Bokanê, ji ber tehwîldana tifemgên xwe bi nawenda Ewlehî, hatin gazîkirin û îdareya Îtilatê gef ji wana kir.
Çavkaniyeke hayîdar bi Kurdistanmedia ragihand: Îdareya Ewlehî ya Rejîma Îranê di yekemîn qonaxê de bi awayeke diyarkirî daxwaza tifenga Kilaşînkof ji hejmarek ji akinciyên gundê Gamîşgolî kir, lê dema ku zanîne ew hemwelatiyan Kilaşînkof tûnebûne, daxwaza cire çekekî din ji wan hevwelatiyane kir.
Akinciyeke vê deverê bi malpera Kurdistanmedia ragihand: Nawendên rejîma Îranê dixwaze di navbera we kesên ku çekên xwe radest nakin, tevî ew kesên ku tifengên xwe radest dikin, şer û ajawe û tefreqê çêbike û deverê bixe jêr konterola xwe.
Heya dema bilavbûna vê nûçê tû agahiyek ji ber dest nine, û tû tifengek radestê îtilatê nehatiye kirin.
Piştre jî xelkê vê deverê bi hêzên Ewlehî yên rejîma Îslamiya Îranê ragihandine ku tû çekek çininin.