Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îtirafkirina Cêhgirê Serokê Komîsyona Pîşesazî yê meclisa rejîma Îranê li derheq bilindbûna nirxan de

18:31 - 14 Hezîran 2022

Roja Sêşemî 14`ê Hezîranê, bi nav nûnerê meclis û Cêhgirê Serokê Komîsyona Pîşesazî yê meclisa şêwraya rejîma Îslamî ya Îranê “Cevad Husênîkiya”, li derheq bilindbûna nirxên kelûpel û kirêya avahiyan ji Îbrahîm Re`îsî serkomarê rejîmê re hişdarî da.

Herwisa navbirî got: “bilindbûna nirxan gihîştiye kupikê û nirxên kelûpelan bi qasekê bilind bûne ku xwarinên weke goşt, mirîşk û berhemên sipî li ser sifreyên xelkê nemane û nebûna çavdêriya hûr ya hikûmetê, dengê xelkê bilind kiriye. Reîsî te ji xelkê re soz dabû ku nixtdariyê kontrol bikî lê, nebûna plansaziya tîma aborî ya hikûmetê, bilindbûna nirxan gihîştiye kupikê.

Herwisa wî karbidestê rejîmê di berdewamiyê de got: Nirxa perê Dolar ku 30 hezar Tumenî jî derbas kiriye, siya xwe xistiye li ser kelûpelên bingehîn û bi sedema bilindbûna nirxan dengê nerizayetiya xelkê jî li pey xwe aniye.

Her di vê derheqê de: Berdevkê Komîsiyona Werzêriya meclîsa rejîma Îranê “Ehed Azadîxwah” gotiye: “ Enfilasiyon û bilindbûna nirxan nêzîke pişta xelkê bişkêne; Biryar bû ku nixa 7 kelûpelan bilind bibe û ew jî bi kopênan bên qerebûkirin lê, niha nirxa 700 kelûpelî bilind bûye û em êdî nikarin bersiva xelkê bidin”.