Kerîm Perwîzî
Siyasetê di nava dîrok û pêvajoya ber bi pêşveçûn yan şikesta netewe û gelên cîhanê de, pênase û reng û rûyên cur bi cur bi xwe ve girtiye, û di qonaxên cuda ên dîrokî de, li gor rewş û xwendinên cuda, pênase û berhevdanêt cuda bo têgeha siyasetê hebûne.
Di dîroka Îranê û bi taybetî dîroka serdem de jî, netewên nav erdnîgariya Îranê bi awayekî digel têgeha siyasetê berbirû bûne, ku di dehikên derbazbûyî de, siyaset li cem neteweyên Îranê, wekî têgehekê ye bo derevkirin û firt û fêlkirina li hevdu bûye, û vê yekê jî paşxana dîrokî ya xwe heye, ku hem di edebiyata kevn ya farsî de, siyasetbaz wekî keskeî fêlker û hîlebaz hatiye binavkirin, û siyaset li cem hakiman pêk hatiye ji bikaranîna mirovan û piştre jî avêtin û piştguhxistina wan! Di sedsala borî de jî li derbarê Qacar û Pehlewî de, dek û dolabên Rûs û Îngilîzan xûya û navûdeng hene, lewra siyaset di Îranê de bûye derevkirin û xapandin!.
Lê di pênaseya zanistî û bi lênihêrîneke lojîkî de, siyaset pêk tê ji mifahwergirtin ji hemû îmkan û şiyanan bona bidestxistina berjewendiya giştî û pêşveçna civakê. Lewra jî dewlet wekî ekterên qada siyasetê, hewla bidestxistina zêdetirîn berjewendiyê bo welatê xwe didin.
Lê siyaset ji dîtingeheke atifî û îdeolojîk ve pêk tê ji bibawerbûn li hemberî îdeyekê, û zêdetir ji dîtingeha hest û bawermendî û pêbendbûna îdeolojîk ve çav lê tê kirin. Lewra jî hêzên kurdî di pêvajo û qonaxên dîrokî de gellek caran hest kirine, ku dewletan îxanet bi wan kirine!.
Îxanet di atife û pêwendiyeke bihest, yan îdeolojîk de xwe nîşan dide, û ji dîtingeheke real û hevsengiya hêz û danûstandina deskevtan û berjewendiyan ve, êdî tiştek bi navê îxanet tuneye, eva tu yî ku berjewendiyên xwe baş li hev cuda dikî û kivş dikî, yan jî berjewendiyên netewe û nîştimana xwe dikî qurbaniyê pêwendiyeke atifî yan îdeolojîk!
Ji vê lênihêrînê ve, êdî baskirin ji îxanet û hest bi îxanetêkirin û îxanetpêkirî! bi cureyek ji cureyan qebûlkirina nezanî û tênegihîştîbûnê, di cîhana aloz ya bidestxistina hewcehiyan bo netewe û nîştimana te bixwe de ye.
Di dîroka dûr û nêzîk ya Kurd de gellek caran hebûye ku hêz û tevgereke Kurdistanê ew hinda ku li pey berjewendiya xebata xwe bûye, negihîştiye yek ji sed a vê hinda ku hewl dane pêbendbûna xwe bi îdeolojî yan pêwendiyeke atifî digel ên din biselimînin.
Gellek caran ew hinda ku me hewl daye ku em biselimînin ku em pêreveke baş û rast ê sultanê Qacar û Weliyê Feqîh û Sultanê Osmanî û dewleta Rûs û melekê Birîtanyayê û paşayê Erebistanê û îdeolojiya marksîsm û filan ayîn û îdeolojiyên din bûne, yek ji hezara hindê jî, me hewl nedaye, nîştimana xwe ava bikin, îca carê bila eva bimîne ku her kes peyrevê çi îde û îdeolojiyekê ye!. Lewra têgeha “îxanet li me hatiye kirin”, berdewam di dîroka Kurdistanê bi giştî de dubare dibe. Hewce ye ku em baştir ji cîhanê têbigîjin û hewl bidin ku nîştimana xwe em ava bikin.